Mamosteyên Herêma Kurdistanê ji bo mûçeyên xwe dê li Bexdayê xwepêşandanekê bikin

25-11-2023
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Îraqê Mamoste Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerekî mamosteyên Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew ji bo ku mafên xwe ji Hikûmeta Îraqê bixwazin dê sibe biçin Bexdayê û xwepêşandanekê bikin.

Nûnerê mamosteyan Karox Ebdulah ji Rûdawê re got:

“Îro 25 mamosteyên perwerdeya Çemçemalê çûn Bexdayê lê ji bajarên din jî mamoste dê sibe biçin Bexdayê.”

Karox Ebdulah diyar kir ku mamosteyan bi xwe otobus girtine û dê sibe biçin Meydana Tehrîrê ya Bexdayê.

Nûnerê mamosteyan Karox Ebdulah anî ziman:

“Em dê li wir kom bibin û bangî Hikûmeta Îraqê bikin ku cudahiyê nexe navbera mûçexwirên Herêma Kurdistanê û Îraqê û bi awayekî yeksa reftarê bike.”

“Mamostayên Kerkûkê jî hesab nekir”

Nûnerê mamosteyan got, li Bexdayê ew dê rexneyan li Hikûmeta Îraqê bikin, ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê lê dê li ser boykotê jî berdewam bin û got:

“Hikûmeta Îraqê di yasaya budceyê de 300 hezar girêbest û mamoste kir berdewamî lê mamosteyên Herêma Kurdistanê û heta mamostayên Kerkûkê jî hesab nekir.”

Mamoste Mihemed Çemçemalî jî ji Rûdawê re ragihand:

“Em dê sibe beşdarî xwepêşandana mamosteyên Herêma Kurdistanê ya li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê bibin.”

Mihemed Çemçemalî herwiha diyar kir ku ew dê li Bexdayê dengê xwe bigihînin her derê û got:

“Hinek mamoste dê sibe giliyê jî li Dadgeha Federalî tomar bikin û daxwaz bikin ku mûçeyên mûçexwirên Herêma Kurdistanê bixin ser Bexdayê.”

Roja 13ê Îlonê sala xwendinê ya 2023-2024an li Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Li parêzgehên Hewlêr, Dihok, îdareyên serbixwe yên Soran û Zaxoyê dibistan vebûn lê li Silêmanî, Helebce, Germiyan, Raperîn û Koyeyê (ji bilî pola 12yan) dibistan dest bi xwendinê nekir û boykota mamosteyan heta niha jî berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst