Ziyandîtiyên lehiyê li Iraqê tên qerebûkirin

25-11-2018
RÛDAW
Nîşan Parlamnetoya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlementoya Iraqê çend biryar di derbarê ziyandîtiyên lehiyên vê dawiyê de yên li hinek navçeyên ser bi parlzgehên Mûsil û Selahedînê ve derxistin.

 

Parlementerê Hevpeymaniya Mîhwera Niştimanî, Casim Hisên Mihemed ji Rûdawê re ragihand, li hemberî wan ziyanên ku ji ber lehiyê gihîştine xelkê Iraqê, parlamentoyê biryara girtina wan kampan daye ku ji ber lehiyê ziyan gihîştiye wan.

 

Casim Hisên Mihemed got, lê hêj jî ti mekanîzmek ji aliyê parlametoyê derbarê vê mijarê de nehatiye danîn û diyar jî kir, ku Herêma Kurdistanê jî beşek e ji Iraqê, lewma jî nabe ku parlamentoya Iraqê tenê di derbarê navçeyek an jî gundekê de biryarê bide û tekez kir, ku ew biryar divê ji bo hemû Iraqiyan be.

 

Wî parlamenterê Hevpeymaniya Mîhwera Niştimanî herwiha da xuyakirin, divê destpêkê asta ziyanan û hejmara ziyandîtiyên lehiyê bê zanîn û paşê pêngavên pêwîst bo qerebûkirina xelkê deverên ziyandîtî bêne avêtin.

 

Di wan çend rojên bihorî de, pêleke baranbarînê gelek navçeyên Iraqê û Herêma Kurdistanê li xwe girtibû û ji ber barîna rêjeyeke zêde ya baranê, li hin bajar û bajarokan lehî rabûbû.

 

Bi taybet li bajarokê Şergatê yê ser bi parêzgeha Selahedînê ve, di encama lehiyê de 12 kesan canê xwe ji dest dabûn û herwiha 3 hezar xanî jî binav bûbûn.

 

Qaymeqamê Şergat Elî Dewdeh duh didaxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihandibû, ku ji ber barîna baraneke zêde lehî rabûn û di encamê de 3 hezar xanî li gundê Horiye binav bûne, 5 hezar kes bê mal mane û 12 kesan jî jiyana xwe ji dest dane, ku 9 zarok û 3 jin jî di nava wan kesan de ne.

 

Herwiha Qaymeqamê Şergatê, bi rêya Rûdawê daxwaza alîkariyê ji serok Barzanî jî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst