Bi mûşekan êriş: Armanc dîsa Eyn Esed e

25-10-2023
Nîşan Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê Amerîka Mûşek Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi mûşekan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hat kirin.

Du berpirsên Artêşa Amerîkayê yên li Îraqê ji Reutersê re got ku 2 mûşek li Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ketine.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) da zanîn ku hefteya borî li Îraq û Sûriyeyê gelek caran êrişî hêzên wan hatiye kirin.

Berdevkê Pentagon Patrick Ryder destnîşan kir ku 10 Îraqê êrişî 10 baregehên wan, li Sûriyeyê jî êrişî 3 baregehên wan hatiye kirin.

Rayedarên Amerîkayê amaje pê dikin ku wan tedbîrên xwe yên ewlehiyê xurttir kirine.

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê, gelek caran êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tê kirin.

Beriya niha jî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê bûbû armanca mûşek û dronan.

Li gorî texmînan, li Îraqê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

Ev leşker bi piranî li Baregeha Esmanî ya Eyn Esedê, Kampa Viktoryê û Baregeha Esmanî yê Herîrê hatine bicihkirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Tîrmeha 2021ê ragihand ku dê hêza şerker a Amerîkayê heta dawiya 2021ê ji Îraqê vekişe.

Joe Biden destnîşan kiribû ku dê tenê hezeke wan li Îraqê bimîne da ku şêwirmendî û hevkariyê bike.

Erkê Amerîkayê yê li Îraqê 9ê Kanûna Paşîn a 2021ê bi awayê fermi bi dawî bû û erkê wan ê niha zêdetir şêwirmendî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst