Parlamentoya Iraqê bawerî da 14 wezîrên kabîneya Adil Ebdulmehdî

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva bihorî parlemena Iraqê dengdan li ser 14 wezîrên hikûmeta nû ya Iraqê kir û dengana li ser 8 wezîrên din jî bo civîna 6ê Mijdara bihê hat paşxistin.

 

Parlamentoya Iraqê duh bi şev civiya û di vê civînê de dengdana li ser beşek ji kabîneya hikûmeta Adil Ebdulmehdî hate kirin.

 

Serokwezîrê erkdarkirî yê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Adil Ebdulmehdî di civîna duh şev de lîsta navê wezîrên kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir û piştre parlamenteran deng li ser hejmarek ji wezîrên pêşniyarkirî dan. Di dengdanê de parlamentoyê 14 wezîrên pêşniyarkirî pejirand.

 

Di nava wezîrên pêşniyarkirî de yên ku di dengdana parlamentoyê de wezîrtiya wan hate pejirandin, du wezîrên Kurd jî hene k user bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve ne û ew jî Fuad Hisên û Bengîn Rêkanî ne.

 

Di kabîneya Adil Ebdulmehdî de, Fuad Hisên weke Wezîrê Darayî yê Iraqê û Bengîn Rêkanî weke Wezîrê Avadankirin û Niştecîhbûnê hatine diyarkirin.

 

Lîsta navê 14 wezîrên kabîneya Adil Ebdulmehdî ku di civîna duh şev a parlamentoya Iraqê de, bi dengdana parlamenteran wezîrtiya wan hate pejirandin, bi vî awayî ye:


Fuad Hisên weke Wezîrê Darayî,

Samir El-Xedban- Wezîrê Petrolê

Bengîn Rêkanî- Wezîrê Avadankirin û Niştecîhbûnê

Mihemed Haşim- Wezîrê Bazirganî

Mihemed El-Hekîm- Wezîrê Derve,

Salih El-Hisênî- Wezîrê Çandiniyê

Ehmed Riyaz - Wezîrê Gencan

Elaa Ebdusahib - Wezîrê Tendirûstiyê

Ebdula El-Cibûrî - Wezîrê Pîşesaziyê

Basim Erbêî - Wezîrê Kar

Luey El-Xetîb - Wezîrê Elektrîkê,

Cemal El-Adilî - Wezîrê Çavkaniyên Avê

Ebdula Lûêbî - Wezîrê Veguhestinê

 

Herwiha ji ber nakokiyên li ser berbijêrên Adil Ebdulmehdî, dengana li ser wezaretên Navxwe, Berevanî, Rewşenbîrî, Perwerde, Dad, Plandana, Xwendina Bilind, Koç û Koçberan hate paşxistin.

 

Piştî proseya dengdanê jî Adil Ebdulmehdî û 14 wezîrên din ku dengdan li ser navên wan hatibû kirin, sonda destûrî xwarin.