Iraqê tanka Abrams a ku pêşmerge teqandibû ji qada şer veguhast

25-10-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq Heşda Şeibî Tanka Abrams M 1 Amerîka Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Iraqê tanka Abrams M 1 a amerîkî ku Heşda Şeibî di şerê Pirdê de li dijî hêzên pêşmerge bi kar anîbû û ji aliyê pêşmerge ve hatibû têkbirin, ji qada şer veguhast û berpirsekî Hêza Pêşmerge jî dibêje, Iraq dixwaze bikaranîna tanka amerîkî di şerê li dijî Kurdistanê û pêşmerge de veşêre.

 

Fermandeyê pêşmerge, Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re ragihand: “Bi armanca veşartina bikaranîna wê di şerê li dijî pêşmerge de, Heşda şeib ew tanka Abrams M 1 a amerîkî ku di şerê Pirdê de ji aliyê pêşmergeyan ve hatibû teqandin, ji qada şer ber bi cihekê din ve veguhast.”

 

Kemal Kerkûkî got: “Me gelek hewl da ku wê tanka amerîkî bînin sînorê pêşmerge, lê belê nebû. Bi bextewerî ve wêneyê wê hatiye girtin û dîmenê wê bi temamî hatiye kişandin û ew wêne û vîdeo weke belge li cem pêşmerge hene û  parastî ne, wate veguhastina wê tankê bo cihekî din tiştekê ji wê rastiyê naguhere ku Heşda Şeibî ew tank li dijî pêşmerge bi kar aniye.”

 

Roja Înê ya derbasbûyî 20-10-2017ê Heşda Şeibî ji çend aliyan ve êrişî ser bajarokê Pirdê û çeperên hêzên pêşmerge kir û hewla pêşveçûnê da, lê belê hêzên pêşmerge bi tundî rûbirûyê wan bûn û heft êrişên li pey hev ên çekdarên Heşda Şeibî şikandin.

 

Her di wî şerî de Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ji bilî Hummer û çekên amerîkî, tanka Abrams M 1 a amerîkî jî li dijî hêzên pêşmerge bi kar anîn, lê belê pêşmerge tankeke Abrams M 1 û derdora 20 tank û Hummerên wan teqandin.

 

Di şerê Pirdê de Heşda Şeibî û artêşa Iraqê 150 kuştî dan û hejmareke zêde ya çekdar û serbazên iraqî jî birîndar bûn. Herwiha 7 pêşmerge jî şehîd û hejmarek din jî birîndar bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst