Li Îraqê helîkopter ket

25-09-2023
Nîşan Îraq Helîkopter Ketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Îraqê ragihand ku li rojhilatê Îraqê helîkopterek ketiye.

Wezaretê da zanîn ku ev helîkopter ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îraqê, helîkopterê perwerde dida û bûyerê dema perwerdeyê rû daye.

Herwiha hat ragihandin ku kesên di helîkopterê de birîndar bûne û birînên wan sivik in.

Wezaretê destnîşan kir ku ji bo tesbîtkirina pirsgirêka teknîkî tîmên pispor hatine peywirdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst