Dadgeha Federal a Iraqê dê li ser hilweşandina parlamentoyê bicive

25-08-2022
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Federal a Iraqê Hilweşandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Federal a Iraqê roja 30ê Tebaxê ji bo rûniştina doza Tevgera Sedr a ji bo hilweşandina Parlamentoya Iraqê destnîşan kir.

Malpera fermî ya Dadgeha Bilind a Federalî li ser giliya Sekreterê Giştî yê Tevgera Sedr Nesar Rubeyî ya li dijî Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja rûniştinê eşkere kir.

Di gilînameyê de tê xwestin ku xula pêncem a Parlamentoya Iraqê were hilweşandin û serokomar neçar bibe ku roja hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê diyar bike.

Destnîşankirina dîroka rûniştinê piştî wê yekê hat ku Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr di 10ê Tebaxê de bang li alîgirên xwe û parlamenterên îstifakirî kiribû ku ji bo hilweşandina parlamentoyê dozê li Dadgeha Bilind vekin.

Ev 10 meh in hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatine kirin lê ji ber nakokiyên di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê de hikûmeta nû nehatiye avakirin.

Tevgera Sedr daxwaza hilweşandina parlemanê bêyî civîn û hilbijartinên pêşwext dike lê Çarçoveya Hevahengiyê teqez dike ku berê divê hikûmeta nû bê avakirin û hilbijartinên pêşwext piştî wê bên kirin.

Li gorî bernameya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, di 30ê Tebaxê de her wiha dê 4 giliyên din ên ji bo hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext bên guhdarîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst