Nûrî Malikî gihîşt Herêma Kurdistan

25-08-2021
RÛDAW
Nîşan Nûrî Malikî Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûrî Malikî îro bi serokatiya şandeke Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê gihîşt Herêma Kurdistanê.

Peyamnêrê Rûdawê li Hewlêrê, Senger Ebdurehman ragihand, Nûrî Malikî tevî şandeke pilebilind a Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê gihîştin Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê û biryar e, piştî demeke din bi serok Mesûd Barzanî re bicive.

Çavkaniyekê ji ofîsa Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê roja Sêşemê 24ê Tebaxê ji Rûdawê re ragihandibû, biryar e roja Çarşemê 25ê Tebaxa 2021 şandeke bilind a wê hevpeymaniyê bi serokatiya Nûrî Malikî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Wê çavkaniyê diyar kiribû, Nûrî Malikî serokatiya şandê dike û Hesen Sinêd û hejmarek berpirsên Dewleta Qanûnê jî di şandê de cih digirin.

Li gor zanyariyên heman çavkaniyê, Nûrî Malikî û şanda Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê di vê serdanê de li gel serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û herwiha polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê bicivin.

Nûrî Malikî di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de ku şeva Duşemê 23ê Tebaxa 2021 hat weşandin, behsa têkiliyên xwe bi serok Barzanî re kiribû û ragihandibû: "Pêwendiyên min li gel birêz Mesûd Barzanî gelek baş bûye û hêj jî em li ser heman pêwendiyên baş in. Heta beriya çend rojan jî em ji bo gotûbêjkirina hin mijarên hevbeş axivîn. Dibe ku di van nêzîkan de jî bibim mêvanê wî."

Malikî di vê hevpeyvînê de, ewlehiya Kurdistanê ji bo Iraqê jî giring bi nav dike û dibêje, tiştek bi navê seqamgîriyê nemîne, eger rewş li Kurdistanê aloz bibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst