Binkeyeke Heşda Şebî bi firokeyên bêfirokevan hat armancgirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgaha Enbar a Iraqê, bi firokeyên bêfirokevan binkeye serbazî ya Heşda Şabî hat armancgirtin ku di wan êrişan de 2 kes hatin kuştin.


Qeymeqamê navçeya Qeîm a Enbarê, Ehmed Dîlemî, ji Rûdawê de aşkere kir ku îro demjimêr 18.00an de du seyareyên çekdarên Heşda Şebî bi firokeyên bêfirokevan, hatin armancgirtin û diyar kir ku di encamê de herdu seyare bi temamî şewitîn.


Fermandarê Operasyonên Enbarê yê Heşda Şebî jî derbarê wê bûyerê de got, “Du firokeyên bê firokevan ku ne diyar bûn yên kê bûn, xaleke ya Lîwaya 45 a Heşdî Şebî 15 kîlometreyan dûr ji sînorê Sûriyê, bordûman kirin. Di wê rêişê de 2 endamên Heşdî Şebî hatin kuştin û du otomobîl jî bi temamî şewitîn.


Lîwaya 45 a Heşdî Şebî jî di derbarê bûyerê de Hevpeymana Navdewletî tawanbar kir û ev weke belgeya hewldanên lawazkirina Heşdî Şebî ji aliyê Hevpeymana Navdewletî ve, binav kir.




Binkeyên Heşda Şebî yên li Şûheda Eşref, Sakr û Beledê ku depoyên çek û teqemeyan jî tê dê de hene, di navbera 19ê Tîrmeh û 20ê Tebaxê de rastî êrişên asmanî hatibûn.


Cîgirê Fermandarê Giştî yê Heşda Şebî li Iraqê, Ebû Mehdî Mûhendîs, Çarşema bihorî derbarê êrişan de axivîbû û Amerîka ji wan êrişan berpirsyar girtibû û herwiha îddîa kiribû ku 4 firokeyên bêfirokevan ên Îsraîlê di ser Azerbaycanê re li hêzên Amerîkayê yên li Iraqê hatine zêdekirin û di ser binkeyên wan re bi awayekî nizm difirin.


Fermandarê Giştî yê Heşda Şebî û Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê, Falih Feyyad jî, deman rojê derbarê mijarê de aşkere kiribû, di encama lêkolînan de hatiye tespîtkirin ku êriş li derve hatine plankirin û diyar kiribû ku daxuyaniya Mûhendîs ne nêrîna fermî ya Heşda Şebî ye. Feyyad xwe ji tawanbarkirin û gefxwarina li hemberî Amerîka û Îsraîlê bi awayekî aşkere, dabû paş.




Rojnameya Şerq el Evsatê ku li Londonê weşanê dike, di nûçeya xwe ya ku dispart çavkaniyên dîplomatîk ên rojavayî de, ragihandibû ku Îsraîlê bi wergirtina destûra ji Amerîka û Rûsyayê, binke û depoyên çek û cebilxane yên Îranê li Iraqê armanc girtine.


Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî roja Sêşemê li Kîeva paytexta Ukraynayê aşkere kiribû ku binkeyên serbazî yên Îranê yên li Iraqê, ji aliyê Îsraîlê ve hatine armancgirtin.