Îraq: Almanya dê 39 hezar penaberan vegerîne

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas diyar kir ku Almanyda dê 39 hezar penaberên ku dosyaya wan nehatiye qebûlkirin vegerîne Îraqê.

Almanya û Îraqê li hev kiriye ku ew penaberên ku mafê penaberiya wan hatiye redkirin careke din ji bo Îraqê bêne vegerandin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê peymana Almanya û Îraqê ji 14 xalan pêk tê û sala 2023yan ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz hatiye îmzekirin.

Li gorî wê rêkeftinê,  ew penaberên dosyaya wan û daxwaza wan a rûniştinê hatiye redkirin dê bêne vegerandin.

“Bexdayê biryar da wan wergire”

Elî Ebas beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû li ser vegerandina penaberên Îraqî wiha got:

“Pirsgirêka koçber û penaberên Îraqî yên li Almanya û heta li Yekîtiya Ewropayê heye.

Mixabin hejmara herî zêde ya koçberên Îraqî yên li Ewropayê li Almanyayê heye.

Li Almanyayê daxwaza penaberiyê ya nêzî 39 hezar penaberî hat redkirin.

Dixwazim zelal bikim ku Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, ji bo dersînorkirina wan koçberan bi aliyên Almanyayê danûstandin nekiriye.

Wan tenê ji bo wan kesên ku daxwaza penaberiya wan hatiye redkirin gotûbêj kiriye.

Tenê yên ku serlêdanên wan ên penaberiyê hatiye redkirin û yên ku doz li wan hatiye vekirin û li dadgehê pirsgirêkên wan hene, nêzî 39 hezar kes in dê ew bêne vegerandin.

 39 hezar kes li Almanyayê ne, piraniya wan ji ber sûc, karên neqanûnî yên girêdayî dewletê bixwe û pirsgirêkên din ên ku li gorî qanûnên Almanya û Ewropayê daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin.

Hikûmetê biryar da ku wan bi serbilindî vegerîne Îraqê, da ku li derve rûbirûyî pirsgirêkên din nebin û piştî demekê careke din vegerin nav civaka Îraqê û bibin hemwelatiyên baş ên Îraqê.”