Parlamentoya Iraqê dusibe deng li ser projeyasaya bûdceyê dide

25-05-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Iraqê Bûdceya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî ji bo amadekariyên şandina projeyasaya bûdceya giştî ji serokatiya parlamentoyê re û dengdana li ser wê civiya. Endama Komîteya Darayî ya parlamentoyê Nermîn Meirûf jî herwiha diyar kir, egereke zêde heye ku roja Şemiyê 27ê Gulanê Parlamentoya Iraqê deng li ser projeyasaya bûdceyê bide.

Roja 24 Gulanê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê bi serokatiya Mihemed Helbûsî Serokê Parlamentoya Iraqê civînek saz kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê ragihandiye, ku civîn ji bo gotûbêjkirina wan madeyên projeyasaya bûdceya Iraqê bûye ku hîna dengdan li ser wan maye, bi taybetî herdu madeyên 13 û 14 yên projeyasayê ku girêdayî pişka Herêma Kurdistanê ne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, civîn herwiha ji bo amadekariyên şandina projeyasaya bûdceya giştî ji serokatiya parlamentoyê re û dengdana li ser wê hatiye kirin.

Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr. Nermîn Meirûf jî ji Rûdawê re ragihand, Komîteya Darayî dê ji bo gotûbêjkirina madeyên girêdayî Herêma Kurdistanê bicive.

Nermîn Meirûf got, nêzîkî 98% kar li ser projeyasaya bûdceyê bi dawî bûye, tenê xalên 13 û 14 ên projeyasaya bûdceyê mane ku bên yekalîkirin û biryar li ser bên dan.

Nermîn Meirûf herwiha diyar kir, egereke zêde heye ku roja Şemiyê 27ê Gulanê Parlamentoya Iraqê deng li ser projeyasaya bûdceyê bide.

Qebareya bûdceya Iraqê ya sala 2023an zêdetirî 199 trîlyon dînar e û pişka Herêma Kurdistanê jî %12.6 hatiye diyarkirin ku zêdetirî 16 trilyon dînar e.

Encûmena Wezîrên Iraqê xala duyem a madeya 12 a projeyasaya bûdceya Iraqê sererast kir, û hevokek ku behsa wê yekê dikir nabe pişka Herêma Kurdistanê ji dahata petrolê û deriyên sînorî zêdetir be, jê derxist.

Roja 21ê Gulana 2023ê ew made ji aliyê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ve hatibû pesendkirin, bi armanca wê yekê ku ew made di projeyasaya bûdceyê de cih bigire beriya ku Parlamentoya Iraqê deng li ser bide.

Li gorî wê xalê, eger nirxê petrolê bilind bibe û dahata xalên sînorî zêde bibe, pişka Herêma Kurdistanê nayê guhertin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst