‘Meymûn nikarin bikevin Neynewayê’

25-05-2022
RÛDAW
Nîşan Sorika Meymûnan Neynewa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin, ji ber belavbûna nexweşiya Sorika Meymûnan, qedexe ye ku meymûn bikevin parêzgeha Neynewayê ku duyemîn parêzgeha herî mezin a Iraqê ye.

Serokê Beytarên Neynewayê Dr. Udey Abadî ji Rûdawê re ragihand ku bi erêkirina Rêveberiya Beytariyê ya Bexdayê, wan ketina hemû cureyên meymûnan bo nav sînorên parêzgeha Neynewayê qedexe kiriye. Abadî da zanîn ku ji ber belavbûna bilez a nexweşiya Sorika Meymûnan wan ev qedexe wek tedbîr ragihandiye.

Dr. Ubeyd Abadî diyar kir ku heta niha ne li Iraqê û ne jî li Neynewayê kes bi Sorika Meymûnan neketiye lê wan wek tedbîr ketina meymûnan nav bajêr qedexe kiriye û heger bên dîtin dê meymûn bên desteserkirin û meymûnên ku niha li bajêr in jî dê rê li ber wan bê girtin ku nêzikî mirovan bibin.

Vîrusa Sorika Meymûnan ku heta niha li 13 welatan hatiye dîtin, xelk tirsandiye. Vîrusa Sorika Meymûnan ku ji Afrîkayê bi lez ber bi welatên din ve belav bû, herî dawî li Çekyayê hat dîtin.

Vîrusa Sorika Meymûnan an jî bi navê zanistî vîrusa Monkeypox, bi piranî ji ajelên kovî yên ji malbata kojeran û prîmatan derbasî mirovan dibe.

Vîrusa Sorika Meymûnan ku xwe bi nîşaneyên wek tayê, serêşiya dijwar û bêhaliya giran nîşan dide, dikare bi rêya dilop, henase, ava laş û têkiliyê ji mirovekî bo mirovekî din were veguhestin. Ji bo vîrusê, ku di kategoriya nexweşiyên rêwîtiyê de ye, heta nniha dermanek nehatiye peydakirin.

Derziyeke taybetî ji bo Vîrusa Sorika Meymûnan nehatiye çêkirin lê derziyên nexweşiya xuriyê ji ber ku vîrus dişibin hev ji bo Vîrusa Sorika Meymûnan dikarin parastineke baş çêbikin.

Pêşveçûnên dawî bûne sedem ku hîseyên kompanyayên ku derziyan û dermanên xuriyê hildiberînin nirx bi dest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst