Di hewşa Partiya Komûnîst de 2 bombe taqiyan

25-05-2018
RÛDAW
Nîşan Bexda Partiya Komûnîst Êrîş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Iraqê Bexdayê du bombe di hewşa baregaha Partiya Komûnîst a Iraqê de teqiya û di êrîşê de ti ziyaneke canî çênebû.

 

Çavkaniyeke ji polîsê Bexdayê ragihand, du bombeyên vedayî di hewşa piştê ya baregaha Partiya Komûnîst a Iraqê de teqiya.

 

Çavkaniyê ragihand, ku di encama êrîşê de ti ziyaneke mirovî û madî çênebûye.   

 

Partiya Komûnîst a Iraqê yek ji hevpeymanê Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr bû, ku di hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê de 54 kursî bidest xist û bû yekem.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst