Galeriya wêneyan

25-05-2016
17 Photos
RÛDAW

Felûce (Rûdaw) – Operasyona rizgarkirina navçeya Felûceyê îro di sêyemîn roja xwe de berdewam e û hêzên Iraqê li çend cihan pêş ve çûne.

 

Di operasyona girtina Felûceyê de, hêzên ser bi firqeyên 4, 5 û 6 ên Artêşa Iraqê, bi piştevaniya çekdarên eşîran û balafirên Iraqê û hevpeymanan beşdar in û ji 3 aliyan ve êrişî çekdarên DAIŞê yên di nav bajarê Felûceyê de dikin.

 

Roja duşemiya vê hefteyê 23ê Gulanê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, destpêkirina operasyona kontrolkirina Felûceyê ragihand.

 

Zêdetirî 2 salan e ku Felûce di bin kontrola çekdarên rêxistina DAIŞê de ye.

 

Felûce girêdayî parêzgeha Enbar a Iraqê ye û bi bajarê Minare û Dayika Mizgevtan tê naskirin. Felûce dikeve rojavayê bajarê Bexdayê û berî destpêkirina şer û aloziyan, hejmara rûniştvanên wê derdora 300 hezar kesan bû.