Malikî: Erebistan dixwaze encamên hilbijartinên Iraqê biguherîne

25-04-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Nûrî Malikî Hilbijartin Erebistana Siûdiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ji bo hilbijartinên parlamentoya wî welatî, Nûrî Malikî dibêje, Erebistana Siûdiye dixwaze bi rêya piştgîrîkirina hinek lîst û fraksyonên iraqî bi pere û medyayê encamên hilbijartinên Iraqê biguhere û tekez dike, lê belê Siûdiye şaş dike û nikare wê yekê bike.

 

Nûrî Malikî di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihandiye, lênihêrîna Siûdiyê li hember Iraqê nehatiye guhertin. Wî welatî di rûxandina rejîma Sûriyê û Lubnanê de jî şikest xwariye, niha jî di wê baweriyê de ye, ku dikare Iraqê bike hevpeymanê xwe.

 

Malikî amaje bi destwerdanên Siûdiyê li Iraqê dike û dibêje: “Herwiha bandoreke zêde jî li ser hilbijartinan heye, bi rêya hevkarîkirina hinek fraksyonan bi pere û medyayê, lê belê şaş dike û nikare qada Iraqê derbas bike bi rêya hewlên xwe yên ji bo vekirina konsulxaneyan li bajarên Necef û Besra û vexwandina serok hozan.”

 

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qannê herwiha dibêje: “Bexda pêşwazî li wê yekê dike, ku Siûdiye dest ji siyaseta tayifegerî û hevkarîkirina rêxistinên tundrew bihîne.”

 

Nûrî Malikî di berdewamiya axavtinên xwe de red dike ku bixwaze Bexdayê ji Riyazê dûr bike û radigihîne: “Mijara dûrketina ji aliyê erebî rast nîne, yekemîn serdana min a derve di sala 2006an de bo Riyazê bû. Bexda çawan ku pêwendiyeke erênî bi Îranê re dixwaze, bi heman şêweyî jî li gel Siûdiyê û Tirkiyê jî dixwaze, lê belê li ser bingeha berjewendiya dewletê.”

 

Biryar e çaremîn xûla hilbijartinên parlamentoya Iraqê di 12ê Gulana îsal de birêve biçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst