Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê di pêwendiyeke telefonî ya li gel hevtayê xwe yê Îraqî de li ser îhtimala bikaranîna xirab a baregehên leşkerî yên Amerîkayê hişyarî da.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî red kir ku Îranê bi rêya belgeyên sexte yên Îraqî petrol firotibe.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê îro Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên bi telefonê li ser pêwendiyên dualî yên di navbera Tehran-Bexdayê û pêşhatên dawî yên herêmê yên bi taybetî li ser destpêkirina êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê û êrişa Amerîkayê ya li dijî Husiyên Yemenê gotûbêj kirin.
Ebas Eraqçî li ser wan “metirsiyên cidî” yên encama “bikaranîna xirab a baregehên Amerîkayê” li welatên herêmê û her wiha asmanê wan welatan ji bo “kiryarên şerxwaz” li dijî gelên herêmê hişyarî da û got:
“Pêwîst e hemû welatên herêmê rêbazên pêwîst ji bo parastina serweriya niştimanî ya xwe û rêlibergirtina bikaranîna ax û şiyanên wan ji aliyê hêzên leşkerî yên biyanî ve ji bo nearamkirina welatên din bigirin.”
Ebas Eraqçî amaje bi cezayên Amerîkayê yên li ser pîşesaziya petrolê ya Îranê kir û wekî neyasayî bi nav kir.
Ebas Eraqçî red kir ku Îranê bi belgeyên sexte yên Îraqê petrol firotibe û ragihand ku Amerîka li pişt wê tometbarkirina Tehranê ye û mebesta wê guvaşa zêdetir e.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî roja yekşemê ji medyaya fermî ya Îraqê re ragihand ku ew ji aliyê Amerîkayê ve hatine agahdarkirin ku tankerên Îranê bi “belgeyên sexte yên Îraqê” petrola xav vediguhêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse