Hewlêr (Rûdaw) – Rûniştina Parlamentoya Îraqê ya parêzgehbûna Helebceyê ji ber amadenebûna parlamenteran hat bipaşxistin.
Endameke Parlamentoya Îraqê got, “Parlamenter ji ber maça Îraq û Filistînê li rûniştinê amade nebûn.”
Li gorî bernameya kar a Parlamentoya Îraqê, diviya îşev saet 20:00an rûniştina Parlamentoya Îraqê bihata lidarxistin.
Xala yekem a rûniştinê jî dengdana li ser projeyasaya parastina statuya Helebceyê wekî parêzgeh bû.
Parlamenterekî ragihand ku rûniştin ji bo sibe hatiye bipaşxistin.
Endama Parlamentoya Îraqê Çiro Hemeşerîfê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Du caran zengila çûyîna hundirê parlamentoyê hat lêdan lê ji ber ku hejmara parlamenteran negihîşt hejmara qanûnî, rûniştinê dest pê nekir û bi heman bernameyê ji bo çarşemê hat bipaşxistin.”
Çiro Hemeşerîfê diyar kir ku nêzîkî 140 parlamenterî amade bûne û rêjeya qanûnî temam nebûye.
Endama Parlamentoya Îraqê Çiro Hemeşerîfê her wiha anî ziman:
“Beşek ji parlamenteran ji ber maça di navbera Îraq û Filistînê de amadeyî rûniştina parlamentoyê nebûn.”
Maça di navbera Îraq û Filistînê ya di çarçoveya qonaxa hilbijartina taybet a bi gihîştina Kupaya Cîhanê ya sala pêş de li Urdinê tê lîstin.
Helebce li Herêma Kurdistanê ji 13.03.2014an ve wekî çaremîn parêzgeh hatiye naskirin.
Sala 2013an Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê projeyasaya parastina statuya parêzgehbûna Helebceyê ji Nûrî Malikî, Serokwezîrê wê demê yê Îraqê re şand û di Encûmena Wezîran de hat qebûlkirin.
Piştî 10 salan di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de projeyasa ji bo Parlamentoya Îraqê hat şandin.
Projeyasa di vê xula parlamentoyê de xwendina yekem û duyem jê re hatiye kirin û tenê dengdan maye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse