Mîlîsên şîe welatiyên sune revandin
Navenda Nûçeyan - Endamê Civata Parêzgeha Selahedîn Muteşer Sameraî ragihand mîlîsên şîe yên bi navê Heşdul Şebî, 125 welatîyên sune revandin.
Muteşer Sameraî diyar kir di şerê paqijkirina parêzgeha Selahedînê de, mîlîsên şîe 125 welatîyên sunî li herêma Dor revandîne ku piraniyawan xort û jin bûn
Sameraî anî ziman mîlîsên şîe li parêzgeha Selahedîn, rêgirîyê li vegeryana xelkê sunî bo ser deverên wan dikin ku pêştir ji ber hatina DAIŞê cihên xwe berdabûn.