Îran û Iraq: Ti girêbesteke kirîna çekan di navbera me de nehatiye îmzekirin

25-02-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Bergiriya Iraqê red kir ku Iraqê çek ji Îranê kirîbin yan jî girbetseke kirîna çekan ligel Îranê îmze kiribe. Balyozê Îranê li Bexdayê jî ev yek red kir û ragihand, ti rêkeftineke kirîn û firotina çekan di navbera Tehran û Bexdayê de nehatiye îmzekirin.

 

Ajansa Reutersê, di raporetekê de aşkere kir ku Hikûmeta Iraqê girêbesteke kirîna çekan ligel Îranê, ku li gorî cezayên navdewletî nabe kes çekan ji wî welatî bikire, îmze kiriye.

 

Derbarê vê mijarê de de, îro (25.02.2014), Berdevka Wzareta Derve ya Amerîka, Jen Psaki, daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku daxuyaniyekê li ser vê raportê bide.

 

Herwiha Jen Psaki ragihand ku “Eger hat piştrast kirin ku Iraqê çek ji Îranê kirîne, ev yek binpêkirina biryara Encumena Asayişa Navewletî ye”.

 

Berdevka wezareta derve ya Amerîka herwiha amaje kir ku Amerîka hewl dide zaiyariyên bêtir, li ser vê babetê, ji hikûmeta Iraqê werebigire.

 

Ji aliyê xwe, Wezareta Bergiriya Iraqê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, ev raporta han red kir û ragihand ku wan çek ji Îranê nekirîne.

 

Wezareta bergiriya Iraqê di daxuyaniya xwe de wiha aşkere kiriye: “Pêdiviya hêzên leşkerî bi hin çek û kelûpelên leşkerî hebû, lewma gellek kompaniyayên Çîn, Ukrayna, Çîk, Bulgaristan, Polonya, Sirbistan û Pakistanê amadehiya xwe anîn ziman li ser dabînkirina van çekan, di nav wan kompaniyayn de jî “Desteya pîşesaziya bergirî ya Îranê” jî amadehiya xwe pêşkêş kir, lê dawiyê girbest ligel kompaniyayeke din, ne Îranî, hat îmze kirin.”

 

Ji aliyek din ve, Balyozê Îranê li Bexdayê, Hesen Danayîfer, ragihand ku ti girêbesteke kirîna çekan di navbera Îran û Iraqê de nehatiye îmzekirin.

 

Li gor raporta Reuters ê, ev girêbest di Tîrmeha sala borî de ji aliyê Serokwezîrê Iaqrê Nûrî Malikî ligel Desteya pêşesaziya bergirî ya Îranê hatiye îmzekirin.

 

Herwiha raportê aşkere kir ku nirxa çek û kelûpelên ku Iraqê ji Îranê kirîne, nêzîk 150 milyon dolar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst