Dadgeha Federal a Îraqê encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê hilweşandin

24-09-2023
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Federal a Îraqê Encûmenên Parêzgehan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Federal a Îraqê bi biryarekê encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê hilweşandin.

Parlamentoya Kurdistanê berê bi yasayekê dema encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê dirêj kiribû.

Dadgeha Federal a Îraqê biryar da ku biryara Parlamentoya Kurdistanê ya 2019an derbarê encûmenên parêzgehan de dabû betal bike û karê wan bi dawî bîne.

Dadgeha Federal a Îraqê biryar da Guherîna madeya 2yem a Qanûnan Encûmenên Parêzgehan a ku Parlamentoya Kurdistanê di 2019an de kiribû “ne destûrî ye.”

Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd ji Rûdawê re got, bi vê biryarê karê wan tê rawestandin.

Elî Reşîd got “Em ê bi biryarê re bikevin valahiyeke hiqûqî. Em nizanin bi biryarê re çawa tevbigerin. Wê demê komîteya me ya hiqûqî dê bicive ka çi bikin."

Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê herî dawî di 30ê Nîsana 2014an de hatibûn kirin.

Serok û endamên encûmenên parêzgehan di 23yê Hezîrana 2014an de sond xwaribûn û dest bi kar kiribûn.

Di şert û mercên normal de divê hilbijartin di Hezîrana 2018an de bihata kirinê

Lê ji ber ku lihevnekirinên siyasî pêk nehat, hilbijartin hatibûn paşxistin.

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2019an de di 3 xalên yasaya derbarê encûmenên parêzgehan de guhertin kiribû ku di sala 2009an de hatibû nûkirin.

Li gorî vê, biryar hat dayîn ku heta hilbijartin bên nûkirin dê encûmen karên xwe bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst