Ermeniyên Îraqê daxwaza temsîliyetê dikin

24-09-2023
Helkewt Ezîz
Helkewt Ezîz
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Ermenî Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Bexda (Rûdaw) - Ermeniyên ku li Îraqê dijîn îdia dikin ku di pêvajoya siyasî de rastî neheqiyan tên.

Ermeniyên ku nifûsa wan gav bi gav kêm dibe, li bendê ne ku li parlamentoya Îraqê bibin xwedî kursî.

Yên ku li dêra Ermeniyan a li Bexdayê îbadetê dikin du daxwazên wan ên ku nayên guhertin hene; “astî” û “aramî”.

Tevî ku bi salan li Îraqê ji aliyê komên çekdar ên cuda ve li pey hev êrişên li ser dêran pêk hatin jî, zengila dêra Ermeniyan her tim lêxist.

Rêveberê Patrîkxaneya Ermenî-Ortodoks Hakop Sugaşaqyan got, “Dîroka Ermeniyan kevnar e.

Ji roja ku me dest pê kir em li vir bijîn, me bawer kir ku Îraq welatê me ye. Em nikarin ji gelê Iraqê cuda bibin.

Niha wek Ermeniyan em dixwazin di nav kotaya Xirîstiyanan de li parlamentoyê bên temsîlkirin.”

Heta 2004an Besrayê nêzikî 350 malbatên Ermenî dijiyan lê niha ev hejmar daketiye heta 150 malbatî.

Li Mûsilê jî 120 malbatî tenê 3 malbat mane.

Li Bexdayê jî berê 6 hezar malbatên Ermenî hebûn lê nihe ev hejmar daketiye 500î.

Keşeyê Dêra Ortodoks a Ermeniyan Kivork Kaşakyan got, “

Em ji bo Îraq û welatên cîhanê bi berdewamî daxwaza aştî û aramiyê dikin. Em şer naxwazin. Ji ber ku çi di nava welatekî de çi jî di navbera du welatan de be, di encamê de şer wêranî ye.”

Berevajiyê Îraqê, Herêma Kurdistanê ji bo Ermeniyan cihekî ewle ye.

Beriya şerê DAIŞê hejmara Ermeniyên li Herêma Kurdistanê nêzikî Hezar û 500 malbatî bû.

Lê belê niha zêdetirî 3 hezar malbatê malbatên Ermenî li Herêma Kurdistanê dijîn.

Li aliyê din li Parlamentoya Herêma Kurdistanê 11 kursî ji bo kêmînieyan hatiye veqetandin.

Ji nav van 11 kursiyan kursiyek ji Ermeniyan re hatiye veqetandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst