Kurd bi sê mercan beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê dibin

24-08-2018
RÛDAW
Mercên Kurdan: Kerkûk û madeya 140, budce, petrol û gaz
Mercên Kurdan: Kerkûk û madeya 140, budce, petrol û gaz
Nîşan Kurd Hıkümet Beşdarî Merc
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Hewldanên pêkanîna kutleya herî mezin a parlementoya Iraqê berdewam in. Her yek ji Heyder Ebadî û Muqteda Sedir ji aliyekî, Nûrî Malikî û Hadî Amirî ji aliyekî din ve, hewla razîkirina Kurdan didin ji bo nav hevpeymaniya xwe.

 

Aliyên Kurdistanî ji bo beşdariya di hikûmeta nû ya Iraqê de sê merc danîne; Kerkûk û madeya 140, budce, petrol û gaz. Ji aliyê lîsteya Hadî Amirî ve mercên Kurdan hêsan nîne.

 

Endamê Hevpeymaniya Feth, Felah Hesen dibêje: “Bi baweriya min, daxwazên wan giran in. Danûstandin û gotûbêjên me jî hene li gel birayên Kurd li ser mijara pêkanîn û çareserkirina wan daxwazan, çi madeya 140 û mijara Kerkûkê be, yan mijara petrol û gaz û heqên darayî û Pêşmerge û yên din, hinek ji wan dê di bin siya destûrê de werin çareserkirin, hinek ji wan jî rêkeftin û jihevtêgihiştin divê.”

 

Biryar e di çend rojên bê de nûnerên hevpeymaniyên Saîrûn, Nesr, Tevgera Hîkme, Hêzên Iraqî û Weteniye, ji bo ragihandina mezintirîn kutleya parlementoya Iraqê bi şandeke hevbeş serdana Herêma Kurdistanê bikin. Hevpeymaniya Nesir daxwazên Kurdan hêsan dibîne.

 

Endamê Hevpeymaniya Nesr Feysel Îsawî dibêje: “Bêguman mercên Kurdistanê hemû mercên rastîn û destûrî ne, lê belê ji bo cîbicîkirina mercan behskirina şêwaza danîna mekanîzmayê giringtir e, lewma îro em berê xwe didin kutleyên Kurdistanî, behsa mercan nakin, çimku mercên wan cihê qebûlkirinê ne.”

 

Di 15 salên borî de Kurd bi mercên cîbicîkirina sê madeyên destûrê beşdarî kabîneyên Ceiferî, Malikî û Ebadî bûne, lê ji wan ti yekî rêkeftina xwe cîbicî nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst