Parlamentera Iraqê: Em dixwazin ku Kurdî li hemû dibistanên Iraqê bê xwendin

24-06-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endameke Lijneya Perwerdeyê ya Parlamentoya Iraqê dibêje, ew daxwaz dikin ku zimanê Kurdî li hemû dibistanên Iraqê bê xwendin û bernameyeke taybet jê re bê danîn.

Endama Lijneya Perwerdeyê ya Parlamentoya Iraqê Necwa Hemîd roja Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, ew wek nûnerên Kurd di Lijneya Perwerdeyê de bi niyaz in projeyasayekê pêşkêş bikin ku zimanê Kurdî wek Erebî û Îngilîzî ji dibistana seretayî heta dibistana amadeyî wek madeyeke sereke bê xwendin.

Necwa Hemîd a ku di heman demê de parlamentera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya û Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ye, got, “Niha tenê di polên çarem û pêncem ên amadehiyê de mijara zimanê Kurdî heye, heftê carê tê xwendin ser wê jî hatiye girtin. Li hinek dibistanan ji ber nebûna mamoste bi temamî nayê xwendin û di bernameyê de nîne.”

Necwa Hemîd da zanîn ku, fikra dersa Kurdê bi endamên Lijneya Perwerdeyê ya Parlamentoya Iraqê re hatiye gotûbêjkirin û wan jî pêşwazî li wê yekê kirine, ji ber wê jî piştî bidawîhatina bêhnvedana parlamentoyê ew dê amadekariyên xwe bikin û nivîsa fermî ji Wezareta Perwerdeyê re binivîsin lê ji bo vê jî amadekarî, bername û mamostayên dersê werin amadekirin û divê Wezareta Perwerdeya Iraqê jî amadehiyê bike.

Li gorî xala 4 a Destûra Iraqê, Erebî û Kurdî du zimanên fermî yên Iraqê ne. Mafê hemû Iraqiyan parastiye ku zarokên xwe bi zimanên xwe yên zikmakî wek Tirkmenî û Suryanî û hwd. li saziyên perwerdehiyê yên dewletê li gorî yasayên perwerdehiyê, yan jî bi zimanekî din di saziyên perwerdehiyê yên taybet de perwerde bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst