Teqînek li nava kombûneke eşîrên Diyale

24-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Teqînek li bakurê parêzgeha Diyale di nava kombûneke eşîrên wê parêzgehê de qewimî.

Li gor agahiyên Rûdawê, îro danê sibehê, teqînek di nava kombûneke eşîrên Diyale rûda û li gorî agahiyên destpêkê jî hejmarek kuştî û birîndar hene.

Jêderekî ji parêzgeha Diyale ji Rûdawê re ragihand: “Li gorî agahiyên destpêkê 10 kuştî û 15 birîndarên teqînê hene.”

Diyale, yek ji wan parêzgehên Iraqê ku ketine rojhilat û navenda vê parêzgehê bajarê Baqûbe ye. Kurd, şîe û sunî li wir dijîn û niha di bin kontrola Hikûmeta Iraqê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst