Muftî û 54 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

24-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Bexda (Rûdaw)- Wezareta Bergiriyê ya Iraqê ragihand ku, 54 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, herwiha muftiyê şerî yê wê rêxistinê li parêzgeha Enbarê hat kuştin.

Duhî, Wezareta Bergiriyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hêzeke ser bi Fermandehiya Operasyonên Enbarê bi piştevaniya balafirên artêşa Iraqê di operasyonekê li dijî çekdarên DAIŞê li navçeyên Elbû Elwan, Elbû Şecil û Hesîbey Rojhilat yên rojhilatê bajarê Rumadî de karîn 24 çekdarên wan bikujin û 36 çekdarên din jî birîndar bikin, herwiha 12 navendên leşkerî û 4 çekên dijebalafir, têk birin.

Li gorî heman daxuyaniyê, “Di encama operasyoneke hêzên nehiştina terorê de 30 çekdarên DAIŞê li Enbarê hatin kuştin û navendeke teqemeniyan jî hat têkbirin.”

Wezareta Bergiriyê ragihand: “Balafirên artêşê li heman navçeyê navendeke DAIŞê kirin armanca xwe û di encamê de Muftiyê Dadgeha Şerî ya DAIŞê li parêzgeha Enbarê, Ebû Mihemed Muftî hat kuştin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst