Hadî Amirî daxwaza derketina Amerîka ji Kendavê kir

Bexda (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir, Hadî Amirî ji Amerîkayê xwest ku hêzên xwe ji Kendavê vekişîne û daxwaz ji civaka navdewletî jî kir, ji bo derneketina şerê Amerîka û Îranê kar bikin.

 

Di merasima 38. Salvegera damezrandina Rêxistina Bedir de ku êvara duh pênşemiyê li Bexdayê hat lidarxistin,Hadî Amirî got, pêwîst e Amerîka hêzên xwe ji Kendavê vekişîne û got: "Bila Amerîka dest ji biserbazgehkirina navçeyê berde."

 

Amirî herwiha li dijî dorpêç û sizayên Amerîkayê yên bo ser Îranê derket û daxwaz ji civaka navdewletî kir, li gel berpirsên navçeyê kar bo wê yekê bikin ku di navbera Ameîrka û Îranê de şer dernekeve.

 

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir behsa wê yekê jî kir ku di egera rûdana şer de, Iraq dê zirarmendê yekem be.

 

Ev gotinên Hadî Amirî di demekê de ne, ku nakokî û aloziyên navbera Amerîka û Îranê gelek zêde bûne û ji ber zêdebûna wan aloziyan, Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) daxwaz ji Wezareta Berevanî ya wî welatî (Pentagon) kiriye, 5 hezar serbazên din bişîne Rojhilata Navîn.

 

Pentagonê jî helwesta xwe li ser vê daxwaza CENTCOMê nîşan daye û ragihandiye, dê vê pêşniyarê binirxîne û gotûbêjê li ser bike.

 

Herwiha roja Duşemiya bihorî, Hêza Deryayî ya Amerîkayê ragihand, keştiya cengî ya USS Lincoln a firokehilgir ku dikare bi dehan firokeyên cengî yên B-52 hilgire, li Kendavê bi hemahengî li gel hêzên Marînz, rahênan û manovreke serbazî encam da.