Nucêyfî: Divê hemû pêkhate di rêvebirina Iraqê de beşdar bin

Bexda (Rûdaw) – Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi Serokê Hevpeymaniya Qerara Iraqî Osame Nucêyfî re hevdîtin pêk anî.

 

Civîna herî dawiyê ya Şanda PDKê di roja Çarşemiyê de, li gel Serokê Hevpeymaniya Qerara Iraqî, Osame Nuceyfî pêk hat.

 

Piştî hevdîtinê, Osame Nucêyfî û Fazil Mîranî beşdarî di konfranseke çapemeniyê ya hevbeş bûn û derbarê mijarên ku di civênê de gotûbêj li ser kirine, agahî dan medyayê.

 

Osama Nucêyfî ragihand, ew razî nabin ku di hikûmeta dahatî de bi tenê beşdar bin û tekez kir, ku divê hevbeşiyeke rasteqîn di beşdariya hikûmetê de hebe.

 

Di bersiva pirsa Rûdawê de , ku gelo ti garantî heye ku di hikûmeta dahatî de Kurd û Sunne şirîkên rasteqîn bin, ne bi tenê beşdar bin, Nucêyfî got: “Em kêmtir ji şeraketa rasteqîn qebûlnakin, em di wê baweryê de ne ku ti bi hevsanî reftarî digel tevaya pêkhatên Iraqê were kirin, ti qenciya kesekî li ser kesekî tunebe, bi awakî ku Iraq ji bo hemûyan be, ez bawerim ku derfeteke gelekî mezin ji bo serkeftinê heye eger em van nakokiyan çareserbikin, û dema ku em wek yek tîm ji bo tevahiya Iraqê kar bikin.”

 

Serokê şanda Partiya Demokrata Kurdistanê, Fazil Mîranî jî di vê konfransa rojnamevanî de ragihand, di tevahiya civînên wan de li Bexdadê,  ti nerîn yan hilwestên nerênî nedîtine.

 

Fazil Mîranî diyar kir, tevahiya aliyên siyasî yên ku li gel wan civiyane, tekezî li ser şirîkatî  û tewafuqê, ji bo hikûmeta dahatî ya Iraqê dikin

 

Mîranî got: “Îro me bi dilxweşî hevdîtinek bi Hevpeymaniya Iraqî û Cîgirê Serokomar, birêz Osame Nucêyfî re encam da. Di nava gotûbêjên xwe de, bi awayekê giştî me çi tişt nedît ku cihê nakokiyê be di navbera me de. Nêrînên me weke hev bûn, bo nirxandina qonaxên bihorî û hewldan bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê ji aliyekê û bernameya hikûmetî û fraksyoneke bihêz di nava parlamentoyê de, ku piştgiriya serokê parlamentoyê bike û çavdêriya hikûmetê bike û piştevaniya hikûmetê bike û giringî bi karên wê yên nebaş bide û kêmasiyên wê destnîşan bike û hevakriya wê bike.”

 

Em hewl didin, ku hevdîtinên zêdetir encam bidin û em dixwazin birêz Nucêyfî serdana Kurdistanê bike û bi birêz Barzanî re bicive û bêhtir gotûbêjê li ser rewşa Iraqê bihê kirin, daku bikarin biryareke baş a iraqiyane bidin.

 

Şanda payebilind a PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî ji roja Sêşemiyê ve serdana Bexdayê kiriye û heta niha çend civîn û hevdîtin bi hêzên serkevtî yên hilbijartinên 12ê Gulanê re encam daye.

 

::::::::::::