Serkirdeyekî Heşda Şeibî hat kuştin

24-04-2022
RÛDAW
Nîşan Heşda Şeibî DAIŞ Enbar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Desteya Heşda Şeibî ya Iraqê kuştina serkirdeyekî xwe yê serbazî li parêzgeha Enbarê ragihand. Heşda Şeibî diyar kiriye, ew fermandarê wan di dema birêveçûna "Operasyona Vîna Polayîn" de li parêzgeha Enbarê li rojavayê welat hatiye kuştin.

Di daxuyaniyekê de Desteya Heşda Şeibî ya Iraqê îro Yekşembê 24ê Nîsana 2022an ragihandiye, navê wî serkirdeyê wan ku îro li Enbarê hatiye kuştin, Ebû Hesen Cabirî bûye û Berpirsê Ketîbeya Piştevaniyê ya Lîwaya 14 a Heşda Şeibî bûye.

Li gor daxuyaniy, Ebû Hesen Cabirî bi sedema teqîna bombekê li biyabana Enbarê canê xwe ji dest daye.

Di 23ê Nîsanê de hêzên Iraqê operasyoneke berfireh bi navê "Operasyona Vîna Polayîn" li dijî DAIŞê li sînorê her sê parêzgehên Diyale, Selahedîn û Enbarê dan destpêkirin û ew operasyon hêj berdewam e.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê jî îro 24ê Nîsanê diyar kir, di qonaxa duyem a operasyonê de, du kesên ku li gor yasaya nehiştina terorê ji aliyê dadgehê ve hatibûn daxwazkirin, li Enbarê hatin desteserkirin.

Li gor Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê, di operasyonê de herwiha çendîn binke û sitargeh û cebilxaneyên rêxistina DAIŞê li Diyale û Enbarê hatin dîtin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst