PDK: Li Diyale em dê kursiyeke parlamentoyê misoger bikin

Xaneqîn (Rûdaw) – Kempînên hilbijartinê yên partî û aliyên siyasî li sînorê parêzgeha Diyale ya Iraqê berdewam e û cade, kolan û qadên giştî tijî afîş û palakard û wêneyên namzedan û lîstên aliyên siyasî ne.

 

Li sînorê parêzgeha Diyale, partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî jî namzedên xwe diyar kirine û tevlî proseya hilbijartinan bûne. Partiya Demokrata Kurdistanê jî bi 16 namzedan beşdarî proseya hilbijartinan li sînorê Diyaleyê bûye.

 

PDK dibêje, ji niha ve ew bi misogerî dizanin ku ew dê kursiyekê parlamentoya Iraqê ji pişka parêzgeha Diyaleyê bi dest bînin û hewla wan ji bo bi dest xistina kursiyên zêdetir e.

 

Berbijêrê PDKê û endamê liqa 15 a wê partiyê li Xaneqînê, Kazim Pîrwelî dibêje: “Em nebûne yek lîst û divê em berdêla wê yekê bidin, lê belê nabe ku em teslîm bin, çimku eger em wisa bikin, dê zirara wê ji qazanca wê zêdetir be.”

 

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî dibêje, pêgeha wê li sînorê parêzgeha Diyaleyê bihêz e û nêzîkî 20 hezar dengên wan bi misogerî li wê parêzgehê heye.

 

Berbijêra YNKê û endama Melbenda YNKê li Xaneqînê, Sozan Mensûr Kerem dibêje: “Dengê me neguheriye û me bi şêweyekê baş xwe ji hilbijartinan re amade kiriye.”

 

Xelkê Xaneqînê weke ku bi xwe dibêjin, ji bo selimandina kurdistanîbûna wê navçeyê tevlî hilbijartinan dibin û deng didin. Bi gotina Xaneqîniyan, armanca wan “hildan û bilindkirina Ala Kurdistanê ye ne alên partiyan.”

 

Welatiyê Xaneqînî, Samir Casim derbarê sozên berbijêran û dengdana welatiyan di hilbijartinan de radigihîne: “Berbijêrên pêştir gelek soz dan û tiştek cîbicî nekirin, lê belê nabe ku ji ber wan em deng nedin, divê ku em ji bo xatirê Xaneqînê deng bidin.”

 

Burhan Hatem, welatiyekî din ê Xaneqînê ye û dibêje: “Em dixwazin partiyên siyasî ji bo millet kar bikin û dema ku (namzed) diçine parlamentoyê, vî bajarî ji bîr nekin.”

 

Li sînorê parêzgeha Diyale, milyonek û 700 hezar dengder hene û 22 lîstên siyasî rikeberiyê li ser bi dest xistina 14 kursiyên parlamentoya Iraqê dikin.