ŞERÊ XURMATU - Ebadî ji Artêşa Iraqê xwast bo rawestandina şer karê pêwîst bike

24-04-2016
RÛDAW
Nîşan Iraq Serokwezîr Heydr Ebadî Xurmatu Şer Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaza rawestandina şerê Xurmatu kir û daxwaza ji Artêşa Iraqê kir, rêkarên leşkerî yên pêwîst bo kontrolkirina rewşa li Xurmatuyê bi kar bîne.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê şerê li navçeya Xurmatu di navbera Hêzên Pêşmerge û milîsên Şîe yên girêdayî Heşda Şeibî de daxuyanî da.

 

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro yekşemî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî daxwaza ji aliyên şer kir, ku şerê li navçeya Xurmatuyê bisekinînin û dest ji aloziyan berdin.

 

 

Heyder Ebadî daxwaza ji fermandeyên operasyonên hevbeş ên Artêşa Iraqê jî kir, ku tedbîrên leşkerî yên pêwîst bo kontrolkirina rewşê û bidawîkirina şerê li Xurmatuyê pêk bînin.

 

Ebadî herwiha daxwaz dike, ku her du aliyên şer hewlên xwe li dijî dijminên hevbeş ku Rêxsitina DAIŞê ye, yek bixin.

 

Şeva 23ê Nîsanê li Xurmatuyê di navbera Hêzên Pêşmerge û milîsên Şîe yên girêdayî Heşda Şeibî de şer û pevçûn derketin ku heya niha jî berdewam e.

 

Di encama şer û pevçûnan de heya niha 8 pêşmerge şehîd bûne, û 4 pêşmerge û 2 endamên Asayişê jî birîndar bûne.

 

Herwiha 2 welatiyên sivîl jî şehîd ketine û 21 welatiyên din jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst