Parêzgarê Neynewa û herdu cîgirên wî ji kar hatin dûrxistin

24-03-2019
RÛDAW
Nîşan Parêzgarê Neynewa Cîgir Jikardûrxistin
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Li ser daxwaza Serokê Encûmena Wezîran a Iraqê, Parlementoya Iraqê di rûniştina îro de li ser dûrxistina Parêzgarê Neynewa û herdu cîgirên wî deng da.

 

Fermangeha Ragihandinê ya Parlementoya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber binavketina belemeyê li ser çemê Dîcleyê ku bû sedema mirina zêdetirî 120 kesan, parlementoya Iraqê li ser dûrxistina Parêzgarê Neynewa Newfel Akûp û herdu cîgirên wî deng da.

 

Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlementoya Iraqê Viyan Sebrî ji Rûdawê re ragihand: “Îro parlementeran bi piraniya reha li ser jikardûrxistina Parêzgarê Neynewayê û du cîgirên wî deng dan, piştre çend biryar hatin dayîn, ji wan jî kesên ku di bûyera Mûsilê de canê xwe ji dest dan, weke şehîd werin qebûlkirin, herwiha qerebûkirina xizmên wan, ku hemû 11 xal in, ew jî bi piraniya dengên parlementeran, deng li ser hat dayîn.”

 

Viyan Sebrî amaje bi wê yekê kir ku hinek parlementer pêşniyara wê yekê kiribûn ku Encûmena Parêzgehê jî were dûrxistin, lê ew rasparde ji aliyê Serokê Parlementoyê ve bo lijneya yasayî hat veguhestin, daku ew biryar bidin ku ev mijar çiqas destûrî ye.

 

Li ser sedema dûrxistina parêzgar û du cîgirên wî, Viyan Sebrî eşkere kir: “Berî niha Lijneya Derxistina Rastiyan raspardeya xwe nivîsandibû, lijneyeke din jî beriya bûyera belemeyê serdana Mûsilê kiribû, wan jî ji serokwezîr re pêşniyar kiribû ku parêzgar were dûrxistin, ev bûyera dawî jî hate ser (ku bû sedema mirina zêdetirî 120 kesan) hemû bi hev re bûn sedema wê yekê ku parêzgar ji kar were dûrxistin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst