RAPORA TAYBET - Encamên Serjimêriya Giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê

24-02-2025
Nîşan Îraq Herêma Kurdistanê Serjimêrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 37 salan, di navbera 20-22ê Çiriya Paşîn a 2024an de, li Îraq û Herêma Kurdistanê serjimêriya giştî hat kirin.

Di serjimêriyê de navên malbatan hatin tomarkirin û heta 10ê Kanûna Paşîn a 2024an forma tomara malbatan hat dagirtin ku tê de zêdetirî 70 pirs ji welatiyên Îraqê hatin kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî 25ê Çiriya Paşîn a 2024an di konferanseke çapemeniyê de encama pêşî ya serjimêriya giştî ya şêniyên Îraq û Herêma Kurdistanê ragihand.

Berdevkê Wezareta Plandanînê ya Îraqê Ebdulzehra Hîndawî 23yê Sibata 2025an ji Rûdawê re ragihand ku dê 24ê Sibatê di merasîmekê de encam û hûrgiliyên pêvajoya serjimêriya giştî ya şêniyên Îraq û Herêma Kurdistanê dê bên ragihandin.

Ebdulzehra Hîndawî got ku dê hinek wezîr, parlamenter, parêzgar, nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê, alîkaran wezîran û hinek berpirsên din dê beşdarî vê merasîmê bibin.

Girîngiya Serjimêriyê

Serjimêrî çavkaniyeke gelekî girîng e ji bo dane û agahiyên hûr û kûr li ser qewareya şêniyan, dabeşkirina temen, erdnîgarî, taybetiyên demografî û aborî di astên xwecihî û neteweyî de. Dane di danîna siyaset û planan de ji bo hemû sektorên cuda tên bikaranîn.

Amadehî û Astengî

Projeyê, qonax bi qonax amadehiyên xwe dest pê kir. Pêvajo bi xwe astengiyeke mezin bû ji bo amadekirina jêrxana pêwîst wekî avakirin a navenda daneyan û dabînkirina 130 hezar tablêt û girêdana bi înternêtê û danîna tora pêwendiyan û rahênana bijimêran.

Karên Meydanî

Serjimêriya ezmûnî pêşî li 86 taxên 18 parêzgehan, 46 gundên deştê û 40 taxên bajaran pêk hat. Nêzîkî 764 lêkoler, karmendên teknîkî û birêvebiriyê bi piştgiriya kadroyên Desteya Amaran beşdar bûn.

Qonaxa paşîn pêvajoya jimartin û gemaroyê bû ku destpêka meha îlonê dest pê kir û du mehan ajot. Tevî ku hinek jê vekişiyan û hinekan jî ji ber mijûlbûna bi perwerdeyê re nikaribûn dewam bikin jî 30 hezar karmend, birêvebir û alîkaran tê de xebitîn.

Vekolîna Encamên Serjimêriya Giştî ya Rûniştvanan û Yekeyên Niştecihbûnê ya sala 2024ê

Vekolîn nerîneke giştî ji bo encamên herî berbiçav ên serjimêriya giştî ya rûniştvanan û yekeyên niştecihbûnê ya sala 2024ê dide û bal dikişîne ser belavbûna hejmara rûniştvanan li gorî zayend, temen û rewşa malbatî û aborî. Her wiha ronahiyê dixe ser beşên kar, perwerde û xizmetguzariyan.

Yekem: Belavbûna rûniştvanan li gorî zayendê

Rêjeya zayendê: Serê her 100 jinî 101 mêr hene. Ev jî piştrast dike ku rêjeya her du zayendan gelekî nêzîkî hev in.

Duyem: Belavbûna rûniştvanan li gorî jîngehê

Ji bo Îraqê:

Bajarî: Ji sedî 70,17

Gundî: Ji sedî 29,83

Ji bo Herêma Kurdistanê:

Bajarî: Ji sedî 84,57

Gundî: Ji sedî 15, 43

Sêyem: Belavbûn li gorî temen

Ji bo Îraqê:

Rêjeya rûniştvanan ji 5 salî biçûktir: Ji sedî 11,16

Rêjeya rûniştvanan 5-14 salî: Ji sedî 24,74

Rêjeya rûniştvanan ên (15-64 salî) temenê kar: Ji sedî 60,44 nîşan dide ku Îraq di çarçoveya geşbûna demografîk de ye ji ber zêdebûna hejmara temenê kar.

Rêjeya rûniştvanan ên 65 salî û zêdetir: Ji sedî 3,66

Ji bo Herêma Kurdistanê:

Rêjeya rûniştvanan ji 5 salî biçûktir: Ji sedî 9,92

Rêjeya rûniştvanan ên 5-14 salî: Ji sedî 21,76

Rêjeya rûniştvanan ên (15-64 salî) temenê kar: Ji sedî 63,92

Rêjeya rûniştvanan ên 65 salî û zêdetir: Ji sedî 4,4

Îraq li ber deriyê qonaxeke nû ye. Serjimêriya 2024ê destpêk e ji bo xêzkirina wêneyekî rast û rastbîn ê civaka Îraqê bi hemû pêkhate û astengiyên xwe ve.

Ev serjimêrî ne tenê ji jimaran pêk tê lê nexşerêyek e ber bi paşerojeke çêtir a li ser bingeha daneyên rast û giştgir.

Paşxana dîrokî:

Sala 1957an: Hejmara rûniştvanan 6,5 milyon kes

Sala 1965an: Hejmara rûniştvanan nêzîkî 9 milyon kes

Sala 1977an: Hejmara rûniştvanan 12 milyon kes

Sala 1987an: Hejmara rûniştvanan 16 milyon kes

Sala 1997an: Hejmara rûniştvanan 22 milyon kes. Vê serjimêriyê Herêma Kurdistanê li xwe negirt lê li gorî texmînan kar lê kirin.

Sala 2024: Hejmara rûniştvanan 46,118,793 milyon kes

Bandora vîrusa Kovîd-19ê li ser serjimêriyê:

Piraniya welatên cîhanê ketin bin bandora rasterast a vîrusa Kovîd-19ê ku bandoreke rasterast li ser pêvajoya serjimêriyê kir. Biryar bû Wezareta Plandanînê serjimêriyê sala 2020î pêk bîne lê ji ber Kovîd-19ê hat paşxistin.

Bernameya pratîk û zanistî

Ji bo pêkanîna serjimêriyê, çêtirîn û pêşketîtirîn sepanên elektronîk hatin bikaranîn û destûrên pisporî yên têkildarî ewlehiya sîberî hatin wergirtin.

Ji bo vê armancê jî çend navendên bipêşketî yên daneyan hatin avakirin. Her wiha ji bo rakişandina xeta înternêtê pişt bi tora niştimanî ya înternêta vîberoptîk hat girêdan.

Navenda pêwendiyan û odeya operasyonan jî hat avakirin ji bo çavdêrîkirina karê meydanî bi bikaranîna daneyên jeomîkanîkî û wêneyên asmanî.

Parastina Daneyan:

Girîngî bi parastina daneyên kesan hatiye dayîn. Di dema daxistina daneyên kesan li ser tablêtan û veguhestina wan û parastina wan li navendên daneyan de pîvanên herî bilind ên ewlehiya sîberê hatine bikaranîn.

Pêşniyarên Serjimêriyê:

Taybetiyên demografîk, dabeşkirina çendaniyê, dabeşkirina temenan, dabeşkirina zayendê, bêdûnde, navîniya qewareya malbatan.

Taybetiyên rûniştvanan: Cureyê malê, xizmetguzariyên têkildarî mal, kel û pelên avahîsaziyê, sala avakirin û hejmara odeyan û bikaranîna wan.

Guherîna cihê rûniştvaniyê: Di navbera parêzgehan û ji bajarvaniyê ber bi deştan ve.

Nexweşî û astengî: Nexweşî, mirin û sedemên mirinê û rêjeya mirina dayîkan.

Kar: Pîşe/pisporî, çalakiyên aborî/xwedîtiya çandinî û sewalan.

Taybetiyên Serjimêriya 2024an:

Serjimêriya Îraqê ya 2024an xaleke wergêr e di dîroka pirjimariya Îraqê de. Serjimêrî di demeke dîrokî ya gelekî girîng de hat kirin ku Îraq li çavên baştirbûn û pêşketinê ye.

Ev serjimêrî daneyên gelekî hûr û berfireh pêşkêş dike li gorî astên gund û bajaran ku dê bibe alîkar di plansazî û darijandina siyasetên bipêşketinê de.

Serjimêriya Dîjîtal:

Biryara Îraqê ya ji bo pêkanîna serjimêriyeke dîjîtal gaveke bipêşketî ye ji bo nûkirina sîstema serjimêriyê, ji aliyê pîvan û siyaset û şiyan û hevkarî û çanda danekirin ve. Ev serjimêrî bingeha pêşketina sîstema serjimêriyê ji bo 10 salên pêşiya me daniye.

Armanca Serjimêriya Giştî ya Rûniştvanan:

Yekem: Gihîştina daneyên nûjen û berfireh derbarê ferd, yekeyên rûniştvaniyê û malbatan.

Duyem: Encama serjimêriyê wekî kevireşaxê hemû pêvajoyên plansazî û bipêşketinê tê hesibandin.

Sêyem: Avakirina bingeha daneyên agahiyên berfireh derbarê avahî, xanî û dezgehan û erdên çandiniyê.

Çarem: Amadekirina rêjeya rûniştvanan di navbera her serjimêriyekê de.

Li gorî Destûra Îraqê û Yasaya Dezgeha Amar û Sîstema Zaniyariyên Cografî, Dezgeha Amaran wekî rêveberiya amarên fermî ji bo dane û zaniyariyan li Îraqê tê hesibandin.

Dezgeha Amarab bi hevahengî li gel Dezgeha Amaran a Herêma Kurdistanê gelek nîşaneyên amarên fermî di warên civakî û aborî de salane û devrî derdixe.

Paşxaneya Dîrokî:

Ji dema ku Dezgeha Amaran (Dezgeha Navendî ya Amaran- a berê) berpirsiyariya serjimêriya rûniştvanan a sala 1977an bi piştbestina li bingeh û pêşniyarên navneteweyî yên taybet bi serjimêriya giştî girt. Heta sala 1977an serjimêrî bi awayekî rêkxistî dihat kirin. Piştî 2003yan tenê pêvajoya jimartin û gemaroyê di sala 2010an de hat kirin bêyî ku serjimêriya rûniştvanan were kirin.

Serjimêriya Giştî ya Rûniştvanan û Yekeya Rûniştinê ya 2024an:

Di 2024an de Îraq şahidê bûyereke dîrokî ya taybet bû, ew jî pêkanîna serjimêriya dîjîtal a rûniştvanan û yekeyên rûniştvaniyê bû, bi bikaranîna pêşketirîn sepan û teknolojiya demê bi bilindtirîn pîvanên hûrbînî û baweriya navneteweyî.

Ev jî bi rêya girtina rêbaza teorîk ku gemaroya û serjimêrî ji bo hejmara rûniştvanan li gorî cihê rûniştvaniya wan û bi liberçavgirtina cihê mayîna wan di dema pêkanîna serjimêriyê de hat kirin.

Taybetiyên Serjimêriya Elektronîk:

1. Hûrgiliyên Daneyan:

- Kêmbûna Şaşiyên Mirovî: Serjimêriya elektronîk li gorî rêbaza kevneşopî derfetên şaşiyan di dema berhevkirina daneyan de kêm dike.

- Şopandina Daneyan: Yekser şopandina agahiyên berhevkirî dike ku alîkar e ji bo rastkirin û xweparastina ji şaşiyan.

2. Pêkanîna Zû ya Serjimêriyê:

- Kêmkirina Dem û Westînê: Bi bikaranîna amûrên elektronîk, dane tên berhevkirin û yekser bi lezeke zêde tên rêkxistin. Ev jî di dema serjimêriyê de gelekî dem û westanê kêm dike.

3. Kêmkirina Xerciyan:

- Kêmkirina hewcedariya çavkaniyên mirovî: Serjimêriya elektronîk hewcedariya bikaranîna hejmareke zêde ya karmend ji bo berhevkirin û nivîsandina daneyan kêm dike. Bi vî awayî xerc û perwerdekirinê jî kêm dike.

- Kêmkirina bikaranîna kaxezê: Bikaranîna amûrên elektronîk, piştevanî û bikaranîna kaxezê kêm dike. Bi vî awayî xercên çapkirin û hilanînê kêm dike.

4. Başkirina Kalîteya Analîzê:

- Daneyên dîjîtal: Daneyên dîjîtal ên ku bi awayekî elektronîk tên berhevkirin, analîz û çareserkirinê baştir bi rê ve dibin. Di encamê de agahiyên gelekî rast û berfireh pêşkêş dikin.

- Şiyana girêdana bi daneyên din: Daneyên serjimêriya elektronîk dikarin bi daneyên din re bên girêdan. Bi vî awayî nêrîneke berfireh ji bo niştecih û Taybetiyên wan pêk tînin.

5. Şefafiyeta Zêdetir:

- Şopandina qonaxên serjimêriyê: Şopandina qonaxên serjimêriya elektronîk û kontolkirina rastî û duristiya daneyan dibe sedem ku şefafiyet û bawerî bi encaman zêdetir bibe.

- Gihîştina daneyan: Agahiyên pêwîst ên encama serjimêriyê ji bo lêkoler û pisporan amade dibin ji bo bikaranîna wan ku dibe piştgirî ji bo lêkolînên zanistî û bipêşxistinê.

Xwendin:

Rêjeya nexwendewariyê: Rêjeya nexwendewariyê di nava danişvanên 10 salî û mezintir de li Îraqê ji sedî 15,31 û li Herêma Kurdistanê jî ji sedî 16,23 e.

Dabeşbûna rêjeya xwendinê li gorî qonaxên xwendinê (seretayî-navendî) û cureyê perwerdeyê: Rêjeya xwendekarên nêr ji sedî 51,5 û ya mê ji sedî 48,5 e. Rêjeya navbera her du zayendan di derfetên perwerde û fêrkirinê de nêzîkî hev e.

Navîniya xwendinê ya qonaxa seretayî: Navîniya xwendinê ya qonaxa seretayî li Îraqê ji sedî 88 û li Herêma Kurdistanê ji sedî 93 ye. Ev encameke baş e lê nîşan dide ku hinek zarok yan derfeta xwendinê nedîtine yan jî neçûne dibistanê.

Xizmetguzarî:

Ava vexwarinê: Ji sedî 87ê danişvanên Îraqê di cihê xwe de ava vexwarinê heye. Li Herêma Kurdistanê ev rêje ji sedî 82 ye. Ev rêjeyeke baş e lê hîn ji sedî 13ê danişvanan avê ji çavkaniyên din dabîn dikin.

Kareba: Dabeşkirina çavkaniyên karebayê li ser malan bi vî rengî ye:

Karebaya Niştimanî: Li Îraqê ji sedî 98 û li Herêma Kurdistanê jî ji sedî 93 ye.

Çavkaniyên din ên karebayê: Li Îraqê ji sedî 93 û li Herêma Kurdistanê jî ji sedî 93 ye. Mal di gel kareba neteweyî, çavkaniyên din ên wekî jeneratoran bi kar tînin.

Çareserkirina zibil û bermahiyan:

Ji sedî 58ê malên Îraqê zibil û bermayiyên xwe bi rêya şirketên komkirina zibilê dibin lê ji sedî 13ê wan zibilê dişewitînin ku ev jî yek ji sedemên herî mezin ên pîskirina jîngehê ye.

Ji sedî 83ê malên Herêma Kurdistanê zibil û bermahiyên xwe bi rêya şirketên komkirina zibil çareser dikin. Ev jî nîşan dide ku divê xizmetguzariya komkirina zibilê were başkirin.

Ji sedî 49ê malên Îraqê û ji sedî 44ê malên Herêma Kurdistanê ji bo avên qirêj tora giştî ya avê bi kar tînin.

Yekeyên niştecihbûnê:

Yekeyên niştecihbûnê: Amar nîşan didin ku ji sedî 72,15ê welatiyên Îraqê xwedî yekeya niştecihbûnê ne û milkê wan e. Li Herêma Kurdistanê ev rêje ji sedî 70,16 ye.

Rewşa kesayetî:

Navîniya temenê zewaca yekem: Navîniya temenê zewaca yekem ji sedî 22,24 e. Ji bo nêr ji sedî 24,06 û ji bo mê ji sedî 20,7 ye.

Navîniya temenê hevjînan:

Temenê nêran: 23 sal

Temenê mêyan: 20 sal

Dabeşbûna rûniştivanan li gorî rewşa hevjîniyê:

Îraq:

Azib: Ji sedî 41,6

Zewicî (nêr û mê): Ji sedî 54,01

Berdayî (nêr û mê): Ji sedî 1,28

Bî (jin û mêr): Ji sedî 2,8 (ev hejmar bi mezinbûna temenî re zêde dibe ku ev rewşeke xwezayî ye)

Veqetiyayî (nêr û mê): Ji sedî 0,24

Herêma Kurdistanê:

Azib: Ji sedî 41

Zewicî (nêr û mê): ji sedî 55,83

Berdayî (nêr û mê): Ji sedî 0,66

Bî (jin û mêr): Ji sedî 2,18 

Veqetiyayî (nêr û mê): Ji sedî 0,33

Rêjeya mirina dayikan:

Rêjeya mirina dayikan li Îraqê ji her 100,000 kesan 26,7 ye. Li Herêma Kurdistanê 34,3 ye.

Zêdebûna nifûsê:

Navîniya zêdebûna nifûsê li Îraqê: Ji sedî 3,9 ye

Navîniya zêdebûna nifûsê li Herêma Kurdistanê: Ji sedî 3,5 ye

Rewşa aborî:

Danişvanên çalak ji aliyê aborî ve: Ji bo temenê 15 sal û mezintir li Îraqê ji sedî 41,61 ye.

Li Herêma Kurdistanê jî ji sedî 46,06 ye. Danişvanên neçalak ji aliyê aborî ve, zarok, xwendekar û jinên malê ne ku naxebitin.

Dabeşkirina karkiran li gorî beşa kar: Karmendên beşa dewletê û giştî li Îraqê ji sedî 38,25 ye ji hemû danişvanên çalak ji aliyê aborî ve.

Li Herêma Kurdistanê jî ji sedî 37,18 ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst