Belgeyên taybet derbarê tawanên DAIŞiyan û rewşa çekdarên biyanî de

24-01-2017
RÛDAW
Nîşan Şerê_Mûsilê DAIŞ Mûsil Belge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî wan belgeyên, ku DAIŞê li rojhilatê Mûsilê li pey xwe hiştine, gelek karbidestên DAIŞê li ser tawanên weke destdirêjiya li ser zarokan û çûna malên leşfiroşiyê hatine cezakirin. Herwiha gelek çekdarên biyanî jî nexwestine herin şer.

 

Di Hezîrana 2014ê de çekdarên DAIŞê bajarê Mûsilê kontrol kirin û xelîfetiya xwe ragihandin. DAIŞê dadgeh û saziyên desthilata xwe ava kir û yasayên xwe ragihand. Li gorî vê ew kesên pabendê yasa û qanûnên şerîeta DAIŞê nebûn, bi tundî hatine cezakirin.

 

Destdirêjiya zarokan û çûna malên leşfiroşiyê

 

Lê belgenameyên piştî DAIŞê li holê mane, eşkere dikin ku karbidest, berpirs û polîsên DAIŞê bixwe tawanên weke destdirêjiya li ser zarokan û çûna malên leşfiroşiyê kirine û mey vexwarine.

 

Li gorî belgenameyên ketine destê Rûdawê, mehek piştî kontrolkirina Mûsilê hejmarek polîsên DAIŞê ji ber tawanên weke destdirêjiya li ser zarokan, çûna malên leşfiroşiyê û vexwarina mey ji kar hatine dûrxistin. Herwiha biryara dûrxistina wan jî bi îmzeya polîsên dewleta îslamî pêşkeşê waliyê Mûsilê hatiye kirin.

 

Di belgeyekê de eşkere dibe, ku roja 24ê Tîrmeha 2014ê çekdarekî DAIŞê yê bi navê Cîhad Ebdulcebar, ku polîs bûye, ji ber çûna mala leşfiroşan û vexwarina mey ji kar hatiye dûrxistin. Di belgeyê de hatiye destnîşankirin, ku li hember vî kesî hinek gilî jî hebûne.

 

Herwiha belgeya jimareya yek a roja 26ê Tîrmeha 2014ê jî li ser tawana polîsekî din ê bi navê Şewqî Selah Misefa ye, ku weke Ebû Cebar tê naskirin. Polîsê piran bûye û wî jî destdirêjiya seksî li ser zarokan kiriye.

 

Belgenameyeke din jî li ser polîsê bi navê Fûad Ebdulhadî Hemîd e ku dîroka vê belgenameyê jî weke 29ê Remezanê 1435 hatiye tomarkirin. Di belgeyê de tê gotin, “guman heye Fûad Ebdulhadî Hemîd rafizî (wate şîe) be, hatiye dîtin ku pêwendiya wî bi keçikan re heye û danûstandinên wî xirab in.”

 

Çekdarên biyanî nexwestine şer bikin

 

Li gel ragihandina “dewleta xelîfetiyê”, ji dewletên Ewropa û Asyayê hejmareke zêde yê çekdaran hatine Sûriye û Iraqê, çûne nav DAIŞê. Lê li gorî belgenameyan geleke ji wan çekdaran jî poşman bûne û nexwestine ji bo DAIŞê şer bikin.  

 

Dşi nîvê meha Adara 2014ê de Ebûbekir Bexdadî ji bo avakirina yekîneyên biyanî yên bi navê “Yekîneyên Tariqê Kûrê Ziyad” fermanek derxist. Armanca vê yekê kontrolkirina wan deverên ku dikevin derveyî qelemrewî an ku desthilata rêxistinê bû. Di kontrolkirina hinek navçeyên Sûriye û Iraqê de rola çekdarên biyanî hebûye.

 

Bexdadî ev yekîne ji bo şerê li derveyî Reqayê ava kiribûn. Paşî ew şandina Mûsilê, ku piraniya van çekdaran di warê bikaranîna amêrên elektronîkî, mijarên leşkerî de zana bûn û herwiha çekdarên xwekuj bûn.

 

Lê belgeyên derbarê “Yekîneyên Tariqê Kûrê Ziyad” de eşkere dikin, ku beşek ji van çekdaran guh nadin yasayên DAIŞê, berovajiyê daxwaz û fermanan tevdigerin û naxwazin şer bikin. Di belgenameyan de nav, temen, hejmara jin û şêweyê tawana van kesan tên nivîsandin.

 

Yek ji wan kesan çekdarê bi navê Ebû Farisê Fransizî ye, ku navê wî yê rast Mehmûd Xizir Mihemed e û navê wî di lîsteyekê 15 kesî de derbas dibe, tê gotin pirgirêkên wan hene.

 

Ebû Farisê Fransizî di 1ê Çileya 1980ê de li Cezaîrê ji dayik bûye, nasnameya wî ya Fransayê heye, 3 jinên wî hene û xwediyê 13 zarokan e. Ebû Faris Fransizî beşdarê perwerdeya şer bûye, zekat jî dye lê nexwestiye ji bo DAIŞê şer bike.

 

Ji bilî Ebû Faris, navê 5 welatiyên din ên Fransayê jî di heman lîsteyê de heye, ku naxwazin beşdarî şer bibin.

 

Yek ji wan jî çekdarê bi navê Ebû Mûhacir Fransizî ye, şer nake û dixwaze vegere Fransayê. Çekdarekî din ê bi navê Ebdûlwedûd Fransizî ye, ji ber nexwestiye beşdarê şer bibe xistine zîndanê  û ti pêwendiyek wî ligel “Yekîneyên Tariqê Kûrê Ziyad” nemaye.

 

Di belgenameyan de hate destnîşankirin, ku van 15 kesan berî gotine ew amade ne ji bo serxistina DAIŞê kar bikin. Ji wan 7 kes xwedan jin û zarok in. lê di nav wan de kesên temen biçûk jî hene. Çekdarê herî temen biçûk Ebdullay Xorosanî ye, ku di 1995ê de ji dayik bûye.

 

Çekdarekî din ê bi navê Ebû Mosa Kosovî ye, ku navê wî yê rast Wîlmer Ayat Osman e û di 6ê Cotmeha 1992yê de li Kosovê ji dayik bûye. Di belgenameyan de têbîniyek li ser vî çekdarî hatiye nivîsandin û hatiye gotin; “Naxwaze here şer û dixwaze vegere Şamê.”

 

Li gorî belgeyê Ebû Mûsa Kosovî beşdarê xulên perwerdeya leşkerî bûye, rewşa tendurustiya wî baş e, zekat jî daye. Di sala 2015ê de pêwendî ligel DAIŞê kiriye, bi destê Xûbab El-Cezrawî yê Sîûdî bey’eta Ebûbekir Bexdadî kiriye, dikare çeka Doçkaya 14.5 û yên navendî bikar bîne.

 

Ebû Mûcahîd Fransizî çekdarekî din e, ku di sala 1986ê de ji dayik bûye, 2 jinên wî nehe. Belge dibêjin wî Ezam Fransizî û jineke xwe derbasî nav axa dewleta îslamî kiriye.

 

Çima Tariqê Kurê Ziyad

 

Tariqê Kurê Ziyad ew fermandarê serdema xelîfetiya Emewî ye, ku di sala 91ê Hicrî de çû ser Endulusa Îspanyayê û kontrol kir.

 

Amajeya navê Tariq vê yekê nîşan dide, ku DAIŞ xwe tenê bi Sûriye û Iraqê ve sînordar nake, dixwaze berê xwe bide Ewropayê jî. Lê niha êdî roj bi roj li Sûriye û Iraqê axa dagir kiriye wenda dike û sînorên xalîfetiya wê biçûktir dibe.

 

Serokê Desteya hemahengî ya Tekoşîna Li Dijî Terorê yê Fransayê Loyk Garnie dibêje; “Nêzîkî 3 hezar hemwelatiyên ewropî di nav DAIŞê de ne.”

 

Komeleya Sofan jî bi teybet li ser grubên cîhadî lêkolînan dike û baregaha wê li New Yorkê ye, hejmara çekdarên biyanî yên DAIŞê wiha tomar dike:

 

Tunis 6 hezar û 500 çekdar, Siûdiye 2 hezar û 500 çekdar, Rûsya 2 hezar û 400 çekdar, Urdin 2 hezar 250 çekdar, Tirkya 2 hezar û 100 çekdar, Fransa hezar û 700 çekdar, Mexrîb hezar û 350 çekdar, Lûbnan 900 çekdar, Misir 800 çekdar û Almanya 760 çekdar.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst