Goristana herî mezin a cîhanê: Tevî gora pêxember û qralan 6 milyon gor hene

Hewlêr (Rûdaw) – Goristana Wadî el-Selamê ya li bajarê Necefê ya Îraqê, goristana herî mezin a cîhanê ye.

Li Goristana Wadî el-Selamê tevî gorên pêxember, şahbanû, qral û alîman bi giştî 6 milyon gor hene.

Dirêjiya goristanê 25 kîlometre û berfirehiya wê jî 6 kîlometre ne.

Nifûsa vê goristana, ji nifûsa hin welatên wekî Norwêc, Fînland û Danîmarkayê zêdetir e.

Wadî el-Selam, xwedî dîrokeke 1400 salî ye ango ji sala 613an ve wekî goristan tê bikaranîn.

Rojane 250 kes li goristanê dihatin veşartin

Navê Wadî Selamê tê wateya "Geliyê Aştiyê" lê herêm bi xwe her tim bûye cih şer û kuştinan.Di lûtkeya şerê Îraqê de her roj derdora 250 kesî li wê goristanê hatine veşartin.

Goristan xwedî dîrokeke dewlemend e ji ber ku gelek kesayetên qedirbilind li vir hatine veşartin.

Endamên qraliyeta El-Hîra, prensên herêma Hemdaniyan, Fatîmîa, El-Buweyhiye, Safewaye, Qajar û Jalairiyahan li wir hatine veşartin.

Her sal bi hezaran hecî diçin serdana wê goristanê.