Nûrî Malîkî: Divê pirsgirêka PKKê bê çareserkirin

23-11-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Nûrî Malîkî Herêma Kurdistanê Iraq PKK Tirkiye Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûrî Malikî got “Kurd ji hevkarên sereke yên Iraqê ne. Me bi Nêçîrvan Barzanî re behsa gefên li ser sînorên xwe kir. Divê pirsgirêka PKKê çareser bibe. Em naxwazin Îraq bibe cihekî ku welatên cîran tê de bibin armanc.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî li Bexdayê civiyan.

Nûrî Malikî piştî civînê bersiva pirsên Rûdawê da û got ku, pêwendiyên wî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vedigerin demeke dirêj û ev pêwendiya bingeheke baş ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê. Malikî herwiha piştevaniya xwe ji bo danûstandinên navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dupat kir.

Malikî li ser naveroka civînê axivî û got “Kurd ji hevkarên sereke yên Iraqê ne. Me bi Nêçîrvan Barzanî re behsa gefên li ser sînorên xwe kir. Divê pirsgirêka PKK’ê çareser bibe. Em naxwazin Îraq bibe cihekî ku welatên cîran tê de bibin armanc.”

Nêçîrvan Barzanî ji bo gotûbêjkirina peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê û pirsgirêkên ku li benda çareseriyê ne, çû paytexta Iraqê Bexdayê. Malikî di nav kesên ku Serok Barzanî pê re axivî bû.

Malikî diyar kir ku di hevdîtinê de êrîşên esmanî yên Îran û Tirkiyeyê li ser xaka Herêma Kurdistanê jî hatine rojevê. Malikî got ku ew di wê baweriyê de ne ku divê li dijî binpêkirina serweriya Iraqê gav bên avêtin. Malikî diyar kir ku divê li dijî êrîşên Îran û Tirkiyeyê tevdîr bên girtin û dibêje “Nabe Iraq bibe meydana hesabpirsînê yan jî cihê ziyanê li welatên cîran.

Nûrî Malîkî wiha bersiv da pirsên Rûdawê:

Rûdaw: Pêwendiyeke we ya baş li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heye, ev peywendiya han wê bandoreke çawa li ser çareserkirina pirsgirên hilawîstiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bike?

Nûrî Malîkî: Spas bi navê Xuda yê dilovan wek te got têkiliya min bi birayê min mamoste Nêçîrvan re pirseke kevin e. Beriya rûxandina rejîma Beesê, têgihîştinek baş û têkiliyên baş hebûn, divê ev peywendiyên dualî bibin bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de derkevin ji bo dîtina pirên dostanî û peywendiyan di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de vê peywendiyê xurt bikin. Bi dîtina min li gor hikûmeta nû û piştî pêşbirka ku Iraq tê re derbas bû û hikûmet hat avakirin û kurd di nav pêkhateyên sereke de ne, wek ku lihevkirine, derfeta guncaw e ku di aliyê bihêzkirina pêwendiyên dualî de, ku dibe ku Iraq rûbirûyê wê bibe.

Rûdaw: We behsa mûçeyên karmend û fermanberên Herêma Kurdistanê kir?

Nûrî Malikî: Na Welle, ev mijar ji aliyê desteya cîbicîkar a hikûmeta Iraqê ve tê gotûbêjkirin, diyar e ku wan bi serokwezîr re jî gotûbêj kiriye, lê em piştgiriyê didin danûstandinên bi hikûmetê re ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê.

Rûdaw: We behsa binpêkirinê serweriya Iraqê kir?

Nûrî Malîkî: Belê, me gelek axaftin kir û me fikra çarçoveya hemahengiyê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bi aliyên Îranî û Tirkiyê re û herwiha pirsa PKKê li ser xaka Iraqê re ragihand. Min dît ku birêz Nêçîrvan Barzanî di wê baweriyê de ye ku komîteyeke hevbeş a hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî were avakirin ku biçin Îran, Tirkiye û herêmê. Em naxwazin Îraq bibe meydana çareserkirina pirsgirêkan, em naxwazin Îraq bibe cîhê ku ziyanê bigihîne welatên cîran, lewma lihevkirin û têgihiştin heye, spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst