Heyder Ebadî bo Mike Pence: Bexda paytexta Iraqê ye ne Hewlêr

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê berê yê Iraqê  û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî derbarê serdana îro ya Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence de bo Iraqê ku serdana Bexdayê nekir û serdana Hewlêrê kir, ragihand ku Bexda paytexta Iraqê ye ne Hewlêr.

Hevpeymaniya Nesir îro Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, “Hevpeymaniya Nesir serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence şermezar dike ku serweriya Iraqê binpê kiriye.”

Hevpeymaniya Nesir dibêje: “Bexda paytexta Iraqê ye ne Hewlêr û qebûlkirina rêkxistina vê serdanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ku tenê bo Binkeyê Eyn Esed û Hewlêr bû, red dikin.”

Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî amaje bi wê yekê dide ku “pirsa serweriya niştimanî ne ya kesî ye ku bike qurbanî û divabû ev serdan ku serweriya dewleta Iraqê liber çav negirt bê redkirin.”

Her îro Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence bi serdanekê gehişte Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.