Muqteda Sedir bo Serok Barzanî: Ev serdan giring û dîrokî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir serdana Serok Barzanî bo Bexda û Necefê bi giring û dîrokî wesf kir û ragihand ku serdana Serok Barzanî bûye mayeya kêfxweşiya hemû aliyên siyasî yên Iraqê.

 

Îro înê 23-11-2018an, Serok Barzanî gihişte Necefê û ji aliyê Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ve hat pêşwazîkirin û piştî saetekê civîna wan bi dawî bû.

 

Li gor ragihandina malpera Serok Barzanî, di destpêkê de Rêberê Tevgera Sedir xweşhaliya xwe bi serdana Serok Barzanî nîşan da û bi serdaneke girîng û dîrokî wesf kir û ragihand ku "ev serdan bûye cihê xweşhaliya hemû aliyên siyasî yên Iraqê û bi destpêkeke girîng û arasteyekî nû û erênî ji bo proseya siyasî ya Iraqê û rêgirtina dubarebûna şaşiyan û avakirina hikûmeta nû dizanin".

 

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Di civînê de herdû aliyan wê yekê dûpat kirin ku derfeteke nû li peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye holê û pêwîst e kar li ser avakirina bawerî û çareserkirina kêşeyan û şirîkatiya rasteqîne bê kirin.”

 

Herwiha tekez jî li berdewamiya peywendiyan û kûrtirkirina bawerî û palpiştîkirina hikûmeta nû ya Iraqê kirine.

 

Di civînê de Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Polîtburoya PDKê Azad Berwarî  û şanda li gel Serok Barzanî amade bûn.