Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir serdana Serok Barzanî bo Bexda û Necefê bi giring û dîrokî wesf kir û ragihand ku serdana Serok Barzanî bûye mayeya kêfxweşiya hemû aliyên siyasî yên Iraqê.
Îro înê 23-11-2018an, Serok Barzanî gihişte Necefê û ji aliyê Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ve hat pêşwazîkirin û piştî saetekê civîna wan bi dawî bû.
Li gor ragihandina malpera Serok Barzanî, di destpêkê de Rêberê Tevgera Sedir xweşhaliya xwe bi serdana Serok Barzanî nîşan da û bi serdaneke girîng û dîrokî wesf kir û ragihand ku "ev serdan bûye cihê xweşhaliya hemû aliyên siyasî yên Iraqê û bi destpêkeke girîng û arasteyekî nû û erênî ji bo proseya siyasî ya Iraqê û rêgirtina dubarebûna şaşiyan û avakirina hikûmeta nû dizanin".
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Di civînê de herdû aliyan wê yekê dûpat kirin ku derfeteke nû li peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye holê û pêwîst e kar li ser avakirina bawerî û çareserkirina kêşeyan û şirîkatiya rasteqîne bê kirin.”
Herwiha tekez jî li berdewamiya peywendiyan û kûrtirkirina bawerî û palpiştîkirina hikûmeta nû ya Iraqê kirine.
Di civînê de Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Endamê Polîtburoya PDKê Azad Berwarî û şanda li gel Serok Barzanî amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse