Li Besrayê bi dehan projeyên xizmetguzarî û hikûmî rawestiyane

Besra (Rûdaw) – Li Besrayê tinebûna xizmetguzariyê û qeyrana darayî heye. Bi dehan projeyên xizmetguzarî û hikûmî rawestiyane û nexweşxane nikarin derman û kelûpelên tibî dabîn bikin.

 

Li bajarê Besrayê ji ber ku ava vexwarinê kêm e, beşê pêwîst ê elektrîkê tine, zibil li ser cadeyan hatine avêtin, xelkê wî bajarî nîgeran in û sedema paşketinê jî, ji gendeliyê dizanin.

 

Endamê Encumena Parêzgeha Besrayê Husam Mensûr ji Rûdawê re ragihand: “Em ji serdana serokwezîr û damezrandina lijneya taybet û lidûvçûna pirsgirêkan gelek geşbînin in. Lê em gelek dilgiran û nîgeran bûn dema derencaman dîtin, Besra divê pişt bi dahat û şiyana xwe ve xwe girê bide û êdî ji bo mamosteyan girêbest neke.” Herwiha got: “Pêwîstiya gelek mezin a vê parêzgehê bi dabînkirina budceyeke baş heye ji bo rêvebirina dosyeya tendirustiyê û heman tişt di mijara perwerdehiyê de jî heye.”

 

Ji ber hebûna gendeliya darayî û kargêrî, êş û azara xelkê Besrayê ti car bi dawî nabe. Parêzgarê ku ber bi cihekî nediyar ve reviya ku tê gotin derketiye derveyî welêt, çendîn dosye dane rawestandin û gelek çek zêdetirî 119 milyar dolarî li dû xwe hiştine.

 

Pispor dibêjin, ku dayîna projeyên çêkirina rê û avahiyan bo şîrketên nêzîkî kesên xwediyê biryar ku bi ti awayî şarezayê wan karan nînin, rê li hederbûna bi milyaran dolaran vedike û ti sûd nade parêzgehê.