Putin: Emê hevkariya enerjî û leşkerî bi Iraqê re bihêz bikin

 

Hewlêr(Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku Mosko dixwaze di warê bihêzkirina karînên ewlekariyê de alîkariya Iraqê bike.

Vladimir Putin di pêşwaziya balyozên hin welatên li Mosko de got ku, Ew dixwazin di warê enerjî û têkiliyên leşkerî yên teknîkî de alîkariya Iraqê bikin.

Putin her wiha diyar kir ku Mosko piştgiriya hewlên hikûmeta Iraq dike ji bo aramkirina rewşa welat û serxistina lihevkirina niştimanî li Iraqê.

Serokê Rûsyayê car din tekez kir ku Mosko amade ye têkiliyên xwe yên du alî digel Bexdayê bihêz bike, ev yek jî li gor rêkeftinên ku di serdana vê dawiyê ya Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî de li Moskoyê hatine îmzekirin.

Di sala 2012 de, Iraq û Rûsya rêkeftineke hevkariya leşkerî bi qasî 4.3 milyar dolarên amerîkî îmze kirin.

Li gor rêkeftinê, Rûsya wê kelûpelên leşkerî bide Iraqê, di nav de 10 helîkopterên curê `M-28NI` ku di naverasta vê mehê de gihiştine Iraqê.