Şantaj û destdirêjiya bi niviştan: 400 jin mexdûr in

23-09-2024
Nîşan Bexda Şantaj Nivişt Destdirêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bexdaya paytexta Îraqê 2 kes bi tohmeta şantaj û destdirêjiya li 400 jinî hatin girtin.

Serwîsa Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, li Bexdayê 2 mêr girtin ku bi şantaj, destdirêjî, sêhrbazî û niviştçêkirinê tên tohmetbarkirin.

Serwîsê ragihand, operasyon piştî ku agahiyên îstixbarî û destûrên pêwîst hatine wergirtin hatiye kirin.

Bi gumanbaran re gelek nivîsên ku wekî “tilisim”ê tên binavkirin, gelek amûrên ku ji bo sêhrbaziyê tên bikaranîn û wêne û navên cadûyî yên li ser kaxizan hatin dîtin.

Gumanbar di lêpirsînê de li xwe mikûr hatine ku 400 jin ji destên wan mexdûr bûne û wan destdirêjî li hinekan ji wan kiriye.

Gumanbaran her wiha eşkere kiriye ku wan bi şantaj û tehdîdan ew jin neçar kirine ku pereyan bidin wan.

Li gorî îfadeyan, wan herî kêm 300 milyon dînar (nêzîkî 228 hezar dolaran) ji jinên mexdûr standine.

Serwîsa Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê ragihand, rêkarên yasayî hatine kirin û ew sewqî saziyên dadê hatine kirin da ku cezayên pêwîst bistînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst