Galeriya wêneyan

23-09-2021
12 Photos

Şîeyên Iraqî ber bi Kerbelayê ve dimeşin da ku beşdarî di merasîmên Erbainê de bikin ku bi mebesta çilrojiya Îmam Husên û 71 alîgirên wî tê sazkirin.

Şîeyên ku dixwazin beşdarî merasîma Erbainê bibin bi rojan dimeşin. Îsal zêdeyî 11 hezar kon li ser rêyên hatine vedan ji bo xizmeta ziyaretvanên  Kerbelayê..

Bi sedan kesên ku ji parêzgehên Babîl û Bexdayê derketin rê jî cilên reş li xwe kirin û bi pankartên bi wêneyên Îmam Husên meşiyan.

Erbain ji bo Şîeyan yek ji merasîmên pîroz ên herî girîng e. Her sal bi milyonan kes ji welatên cihê diçin Kerbelayê û serdana goraq Îmam Husên dikin.

Foto: Helkewt Ezîz / Rûdaw