1326 koçberên Mûsil vegeriyan ser mal û cihên xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand, nêzîkî hezar û 326 koçberên Mûsilê ji kampan vegeriyan ser mal û cihên xwe.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan aa Iraqê Elî Ebas ragihand nêzîkî hezar û 326 koçber ji kampên aliyê başûrê Musilê vegeriyan taxên Musil û navçeyên sînorî yên parêzgeha Neynewe.

Elî Ebas ragihand, ku Wezareta Koç û Koçberan bi alîkariya Wezareta Veguhestina Iraqê û fermandeya operasyonên hevbeş, otombîleke taybet bo veguhestina koçberan terxan kiriye bi mercê ku ew koçber li ser daxwaza xwe ji kampên Hemam Elîl û Cedhe derkevin û vegerin taxên xwe.

Piştî kontrolkirina parêzgeha Neynewe, Selaheldîn û Diyala ji aliyê çekdarên DAIŞê ve bi sed hezaran kes ji wan navçeyan koîber bûn û berê xwe dan navçeyên bin destê hikûmeta Iraqê û bajarên Herêma Kurdistanê.

Tevî derbasbûna 2 salan bi ser kontrolkirina wan navçeyan ji destê DAIŞê lê heya niha hikûmeta Iraqê pirsa koçberan yekalî nekiriye.