Nêçîrvan Barzanî li gel Muqteda Sedr civiya

Necef (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta hevdîtina li gel Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, gihişte Necefê û ji aliyê Parêzgarê Necefê Lûey Yasirî û Nûnerê Merciyetê ve hat pêşwazîkirin.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî ku gihişt Necefê, li gel Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr civiya.

 

Ofîsa Serokê Tevgera Sedr bi daxuyaniyekê ragihand ku îro yekşemê 23ê Îlona 2018an, Muqteda Sedr li Necefê pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî û Muqteda Sedr di hevdîtinê de li ser pêwîstiya bilezkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirine.

 

Muqteda Sedr tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê hikûmeta nû ya Iraqê niştimanî be û pêkhateyên Iraqê ji hev cuda neke û giringî bide daxwazên xelkê û xizmetguzarî bigihîne wan û rewşa giştî baş bike.