Parlamentoya Iraqê hilbijartina serokomar paşxist

23-09-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Serokomar Parlamento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro roja dawîn bû ji bo pêşkeşkirina navên berbijêrên serokomatiya Iraqê bû lê parlamentoyê proseya hilbijartina serokomarê ji karnameya xwe derxist.


Biryar bû roja 25ê Îlonê li Parlamentoya Iraqê hilbijartinên serokomariyê bihata kirin û îro jî namzedên serokomariyê navên xwe tomar bikin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Helkevt Ezîz ragihand: “Divêya îro heta demjimêr 15:00ê piştî nîvro berbijêrên serokomariyê navên xwe pêşkeş bikin. Li gorî karnameya parlamentoyê biryar bû demjimêr 11:00ê beriya nîvro ya roja 25ê Îlonê jî parlamento ji bo hilbijartina serokomar bicive. Lê di kanameyê de hilbijartina serokomariyê nîne.”

 

Bi gotina peyamnêrê me di rûniştina parlamentoyê de dê pêkanîna komîsyonên mayînde yên parlamentoyê û herwiha mijara pirsgirêkên parêzgeha Besrayê dê werin gotûbêjkirin.

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku di rûniştina borî de biryar hatibû dayîn roja 25ê Îlonê hilbijartina serokomar bê kirin lê di karnameyê de ev yek cîh nagre.

 

Peyamnêrê me amaje bi wê yekê kir, ku hevdîtinên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî yên li gel berpirsên Iraqê bandor li vê hilbijartinê kiriye.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê yek ji mijara hatiye gotûbêjkirin paşxistina hilbijartinên serokomariyê bûye.

 

Piştî hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê, li gorî Destûra Iraqê divê di nav mehekê de serokomar were hilbijartin da ku ew jî erkê pêkanîna hikûmnetê bide fraksiyona herî mezin a parlamentoyê.

 

Heta niha Berhem Salih, Omer Berzencî, Serdar Ebdullah, Kemal Qeytulî, Selîm Şûşkeyî û Sîrwe Ebduylwehîd xwe ji bo serokomariyê kirine berbijêr.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst