Sûdanî û Hakan Fîdan civiyan: 'Ava Feratê zêde bikin'

23-08-2023
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Mihemed Şiya Sûdanî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir

Li gorî daxuyaniyê, "têkeliyên dualî yên di navbera her du welatan de, çawaniya xurtkirina hevkariyên dualî yên astên curbicur, bihêzkirina hevkariyên aborî yên di navbera her du welatan û hewlên ji bo rûbirûbûna terorê" hatin gotûbêjkirin.

Sûdanî diyar kir ku Îraq di warên "hevkariyên aborî û bazirganiyê û cîrantiya baş" de cidî ye û diyar kir ku projeya Rêya Geşepêdanê mînakeke baş e.

"Ewlehî û aramî karê pêşîn ê Hikûmeta Îraqê ye"

Sûdanî li ser girîngiya ku ew didin ewlehiya Îraqê got:

“Ewlehî û aramî karê pêşîn ê Hikûmeta Îraqê ye. Di bin kîjan navî de be bila bibe Îraq rê nade ti alî û rêxistinek, asayîşa cîranan têk bibe an jî Îraqê bi kar bîne.”

"Ava Çemê Feratê zêde bikin"

Sûdanî pêşwazî li zêdekirina berdana ava Dîcleyê kir û bang li Tirkiyeyê kir ku "berdana ava Çemê Feratê zêde bike."

Di hevdîtinê de li ser avakirina komîteyeke domdar a di navbera her du welatan de ya ji bo dosyaya avê wan li hev kir.

Tirkiye dixwaze piştgiriyê bide Îraqê

Li aliyê din, Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Fidan jî diyar kir ku Tirkiye dixwaze di warên cuda de piştgiriyê bide Îraqê.

Herwiha Fîdan tekez kir ew bibiryar in pirsgirêkên ku di navbera her du welatan de hene çareser bikin.

Fîdan doh di yekem roja serdana xwe ya fermî ya Bexdayê de bi hevtayê xwe yê Îraqî Fuad Husên re civiya.

Herwiha Fîdan îro berî bi Serokwezîrê Îraqê Sûdanî re bicive, bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd re civiyabû.

Fîdan piştî pêwendiyên xwe yên li Bexdayê dê were Hewlêrê û bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst