Kurd bi 4 mercan amade ne beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibin

23-08-2014
RÛDAW
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Hevdîtinên navbera şanda Kurdistanê û Bexdayê ji bo pêkanîna hikûmeta nû dest pê kirine. Endamê şanda danûstankar a Kurdistanê Necîb Balateyî jî dibêje, 4 mercên me hene ji ku em beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibin.

Piştî ku Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, siyasetmedarê şîe yê iraqî yê bi navê Heyder Ebadî ji bona avakirina hikûmeta nû erkdar kir, amadekariyên avakirina kabîneya nû dest pê kirin.

Ji aliyekî din hevdîtinên di navbera şanda Kurdistanê û Bexdayê li ser çawaniya beşdariya kurdan di hikmeta nû de jî dest pê kirin.

Li ser çawaniya pêşveçûna hevdîtinan endamê şanda Kurdistanê Necîb Balateyî ji Rûdawê re got, şanda me roja îniyê (duh) bi Serokomarê Iraqê û Hevpeymaniy Niştimanî ya Şîe ya Iraqê rûnişt û daxwazî û mercên xwe pêşkêşî wan kir.

Necîb Balateyî li ser naveroka civînê û mercên şanda kurdî jî got, me ji wan got ku 4 mercên bingehîn ên kurd heye da ku beşdarî hikûmetê bibe: cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê, şandina bûdceya Kurdistanê, biçekkirina hêzên Pêşmerge û çareserkirina kirîza hinartina nefta Kurdistanê.

Balateyî anî ziman ku civîna wan bi Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe re erênî derbas bûye û eşkere kir, şanda kurdî dê îro jî bi serokwezîrê nû yê Iraqê Heyder Ebadî û serokê parlamentoyê Selîm Cibûrî re rûnê û bi wan re li ser pêkanîna hikûmetê gotûbêj bike.

Wî endamê şanda pêkanîna hikûmetê got, me biryar daye bi hemû aliyên iraqî re cihê-cihê bicivin lewma dibe ku em îro bi Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê ku hêzeke siyasî ya şîe ye, rûnên.

Serokwezîrê nû yê Iraqê Heyder Ebadî divê heta 11ê Îlona îsal (18 rojên din) navên endamên kabîneya xwe ragihîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst