Hikûmeta Îraqê ji ofîsên xwe xwest ku PKKyê wekî rêxistineke 'qedexe' bi nav bike

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran a Îraqê daxwaz ji ofîsên xwe kiriye ku di nameyên xwe de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî rêxistineke “qedexe” bi nav bike.

Ew name 14ê Tîrmeha 2024an hatiye derxistin û îro gihîştiya Parlamentoya Îraqê.

Name ji aliyê Rêveberê Giştî yê Ofîsa Karûbarên Îdarî ya Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran Ferh Ebûdî ve hatiye şandin.

Serokê Fraksiyona Partiya Komela Dadgerî ya Kurdistanê ya Parlamentoya Îraqê Soran Omer ji Rûdawê got ku ew name gihîştiye fraksiyonan û aliyên din ên parlamentoyê.

Di nameyê wiha tê gotin, “Li gorî nameya ku ji aliyê Ofîsa Karûbarên Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran ve di 28ê Gulanê de hatiye weşandin, Serokwezîr û Fermandarê giştî yê hêzên çekdar ferman da ku dema navê PKKyê di belgeyan de tê gotin, wekî `Partiya Karkerên Kurdistanê ya qedexekirî` bê nivîsandin.”

Soran Umer herwiha got, “Li gorî nameyê, êdî Hikûmeta Federal wê PKKyê wekî partiyeke qedexe binirxîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst