Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî êrişa Tirkiyê şermezar kirin

23-07-2022
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Mistefa Kazimî Zaxo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de binpêkirina sînorên Iraqê ji aliyê Tirkiyeyê ve û êrîşa Zahoyê ya ku tê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn hat şermezarkirin. Di hevdîtinê de tekezî li ser parastina serweriya axa Iraqê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku îro çûbû Bexdayê, bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê Faîk Zeydan re çend hevdîtin pêk anî.

Di daxuyaniya piştî hevdîtina Kazimî û Barzanî de hat ragihandin ku mijarên "zêdekirina xizmetên neteweyî yên ji bo welatiyan bên pêşkêşkirin bên zêdekirin, zêdekirina hevkariya Hewlêr û Bexdayê" hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Serokwezîrên Iraq û Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin ku êrîşa li Zahoyê ku di encamê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 26 sivîl birîndar bûn jî hat nirxandin û "Binpêkirina sînorên Iraqê ji aliyê Tirkiyeyê bi taybet jî ji ber êrîşan ziyanên canî û ziyan gihiştine welatiyan vhat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de kişandin ser girîngiya helwestek yekgirtî ji bo dubare nebûna binpêkirinan û parastina serweriya Iraqê.

Herwiha di civîna dualî de tekezî li ser bihêzkirina hemahengî û hevkariya navbera Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de hat kirin.

Li aliyê din hate destnîşankirin ku danûstandinên di navbera Wezareta Petrola Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê de bên zêdekirin û hewlên ji bo çareserkirina dosyaya petrolê bên zêdekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst