Parlamentoya Iraqê ji bo gotûbêjkirina topbarana Zaxoyê dicive

23-07-2022
RÛDAW
Parlamentoya Iraqê
Parlamentoya Iraqê
Nîşan Parlamentoya Iraqê Gundê Perex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Iraqê ji bo gotûbêjkirina êrîşa Tirkiyê ya li ser seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê dicive. Wezîrên Derve û Berevaniyê û Serokerkanê Iraqê têde beşdar dibin.

Civîna Parlamentoya Iraqê bi amadebûna Wezîrên Derve û Berevaniyê û Serokerkanê Iraqê birêve diçe. Ji ber nakokiyên fraksiyonan ne diyar e parlamento çi biryarê dide. Helwesta fraksiyonên Kurdistanî jî cuda ye lê hemû jî li dijî topbaran û şer in di nav axa Herêma Kurdistanê de.

Endamê Lijneya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Dara Sêkanyanî ji Rûdawê re got, “Şêwaza rûniştin û pirsên parlamenteran û bersiva berpirsan biryaran diyar dike.”

Şermezarkirin, daxwaza qerebûkirina kesûkarên qurbaniyan û çûna derve ya hêzên Tirkiyê, gilîkirin li Neteweyên Yekbûyî û Komkarên Erebî diyartirîn bijardeyên li ber destê parlamentoyê ne.

Parlamenterê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Heyder Mihemed Cisîr got, “Em weke Parlamentoyê helwesteke cidî werdigrin û biryareke girîng û çarenûsdiyar dibe û bo cîbicîkirinê pêşkêşe hikûmetê dikin. Hêviyeke me ya baş ji hikûmetê heye û tenê bi şermezarkirin û nerazîbûnê ranawestin. Daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî dikin, li dijî van karan biryarekê bide, ku gelên Iraqê dikin armanc.”

Piştî bûyera li gundê Perexê yê Zaxo, li beşek parêzgehên Iraqê xwepêşandan hatin kirin. Hikûmeta Iraqê jî hejmarek biryar derxistin û dixwaze li dijî êrîşan tevgerekê dest pê bike.

Serokê Lijneya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê jî dibêje, li dijî êrîşa Tirkiyê çend bijarde di destê wan de hene, dîplomasî weke gilîkirin li dadgeh û rêxistinên navdewletî, siyasî û aborî, ji wan jî boykotkirin û kêmkirina bazirganiyê ligel wî welatî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf anî ziman, “Parlamentoya Iraqê, bi cudahiya fraksiyonan, bi cudahiya pêkhate û nêrînan, bi girîngî li vê destdirêjiya Tirkiyê dinêre. Di van destdirêjiyan de bi dehan kes bûne qurbanî. Ji ber wê li ser asta saziyên yasadanîn û cîbicîkirinê çavkaniyên hêzê kom dikin,. Herwiha raya giştî jî ji van saziyan çaverêya helwestekê dike.”

Li Başûrê Kurdistanê ji ber şerê Tirkiyê û PKKê heta niha 138 kesan canê xwe ji dest dane û 204 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst